QSD'ê bîlançoya 24 saetan ragihand

QSD'ê got êrîşên dagirker û topavêtin didome.

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê bîlançoya 24 saetan a Berxwedana Rûmetê ragihand. Di daxuyaniyê de hate gotin êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê didomin.

Daxuyaniya QSD'ê wiha ye:

''TIL TEMIR

Duh piştî nîvro mewziyên Meclîsa Leşkerî ya Sûryanî a li gundê Um El Kêfê hate bombekirin.

EYN ÎSA

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên bi ser wan ve derdora gundên Korik û El Kurdî da ber topan.
Bi topên dagirkeran ziyana madî giha ser jîgehên sivîl.''