Êrişên dagirkeran ên li dijî gundê Arîdayê hatin têkbirin

Dewleta Tirk a dagirker tevî komên xwe yên çete ji şeva Çarşemê ve êrişî gundê Arîda yê Girê Spî dike. Êrişên dagirkeran ji aliyê QSD'ê ve hatin têkbirin. Di encamê de dagirkerek hate kuştin.

Dewleta Tirk û komên wê yên çete êrişî gundê Arîda yê Girê Spî kirin.

Şervanên QSD'ê bersiv dan êrişan û di encamê de çeteyek hate kuştin û 2 çete jî birîndar bûn.

BINPÊKIRINA AGIRBESTÊ Û KOMKUJIYA SIVÎLAN

Dewleta Tirk a dagirker tevî peymanên agirbestê yên bi DYE û Rûsyayê re êrişên xwe dewam dike. Ji ber van êrişan piraniya wan zarok bi dehan sivîl hatin qetilkirin.

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê di 3'ê Kanûnê de bîlançoya 47 rojan eşkere kir û ragihand, ku dewleta Tirk 147 caran bombardûman li qada sivîlan kiriye, herî kêm 42 caran bi balafirên şer ên bê mirov êriş kiriye û di encamê de 68 sivîl jî qetil kiriye. Ji 17'ê Cotmehê heta 2'ê Kanûnê 214 sivÎl birîndar bûn.

Dewleta Tirk a dagirker di 2'ê Kanûnê de bombe li sivîlên li Til Rifatê barand û di encamê de 10 sivîl qetil kir ku 8 ji wan zarok in.