Malbatên şehîdan û jinên ji Dirbesiyê: Yekîtî serfirazî ye

Malbatên şehîdan û jinên ji Dirbesiyê YPJ silav kirin û gotin, "Em ji dewleta Tirk natirsin. Kurd wê bi hêz û yekîtiya xwe bi ser bikevin."

Malbatên şehîdan û şêniyên Dirbesiyê destnîşan kirin ku heta ku hêzên YPJ'ê hebin ên ku bi hêza jinan hatin avakirin wê timî bi ser bikevin.

'ERDOGAN WÊ TI CARÎ BI SER NEKEVE'

Cemîl Abbas got, "Ez di nava hêzên HPC Jinê de me. Sedema hatina me ya vê deverê piştevaniya bi şervanên YPJ'ê re ye. Dagirkeriya Erdogan û komên wî yên çete şermezar dikim. Ji Erdogan re dibêjim; tu yê ti carî bi ser nekeve. Em ê bi ser bikevin."

'ÇARESERÎ BI YEKÎTIYA KURDAN DIBE'

Şêx Îsa Eyyup Mihammed got, "Erdogan çi ji me dixwaze? Bi tank, top û çekên kîmyewî êrişî me dike, lê ti dewlet li dij dernakeve. Dewleta Qatarê wî xwedî dike û dike ku êrişî me bike. Eger bi rastî jî wê tiştekî baş bike bila biçe Filistînê biparêze. Misilmantiya wî li ku ye? Çima dewlet hemû li komkujiyan temaşe dikin? Li pêş çavan malên me tên talankirin, zarokên me tên kuştin, ev yek edalete gelo? Kuştinê û komkujiyan li Kurdan ferz dikin, wê heta kengî ev yek dewam bike? Kurd jî ji hev cuda tevdigerin, çareserî yekîtî ye."

'HETA KU TALANKER LI XAKA ME BE EM Ê BI REHETÎ RANEZÊN'

Xalit Yûsif Xelef jî got, "Li dijî dewleta Tirk a dagirker em ji bo piştevaniya YPJ'ê kom bûn. Em her tim li gel hêzên xwe YPG, YPJ û QSD'ê ne. Em komkujî û talana ku niha li Serêkaniyê û Girê Spî tê kirin şermezar dikin. Heta ku talanker li xaka me be em ê bi hêsanî raznezên. Em ê bi hêza xwe, bi hêzên xwe yên YPJ'ê li dijî dagirkeran rawestin."

'EM JI DEWLETA TIRK NATIRSIN'

Wisam Osman got, "Em bi hêzên xwe YPJ'ê re ne. Bi kombûna xwe ya li vê qadê em hebûna xwe careke din nîşan didin. Em ji dewleta Tirk, tank, top û balafirên wan ên şer natirsin. Heta ku hêzên me YPG, YPJ û QSD hebin em ê ti carî netirsin û winda nekin."