Rejîma Tirk li leşkerên Sûriyeyê da: leşkerek mir

Balafirên keşfê yên bê mirov ên bi çek (SÎHA) yên dewelata Tirk a dagirker yekîneyên artêşa Sûriyeyê kirin hedef û leşkerek kuşt.

Li gorî agahiyên hatin girtin, dronên artêşa Tirk a dagirker li gundê Hêmir a Girê Spî bombe li leşkerên Sûriyeyê barandin.

Di bomberdûmana wesayîteke ya artêşa Şamê kir hedef de leşkerek hate kuştin.

Har wiha artêşa Tirk a dagirker saet derdorî 14:40’î jî gundên Ecrima, Leqleqa û Keçel Ibê yên Girê Spî dan ber topan.