Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Li Til Rifatê ji bo zarokên ku hatine qetilkirin şîn hate danîn

Dewleta Tirk a dagirker li Til Rifatê ya li herêma Şehbayê di 2’ê Kanûnê de 10 kes qetil kiribû. Ji bo zarokên ku hatine qetilkirin şîn hate danîn.

Bi sedan Efrînî çûn şîna li Til Rifatê. Di şînê de sersaxî ji malbatên 8 jê zarok 10 sivîlan re hate xwestin.

Di şînê de li ser navê rêveberiyên navçeyên Ehdas, Babinês û Fafînê axaftin hate kirin. Endama Rêveberiya Kongreya Star a Kampa Berxwedanê Leyla Îbîş û rêvebera kampê Ranya Hesen jî çûn şînê û sersaxî dan malbatên ku zarokên wan hatine qetilkirin.

Dewleta Tirk a dagirker di 2’ê Kanûnê de li Til Rifatê qetlîamek kiribû û zarok qetil kiribû. Di vê qetlîamê de du sivîlên 74 salî û 54 salî jî hatibûn qetilkirin.