QSD: Dagirker êrişî Hesekê û Eyn Îsayê dikin

QSD'ê ragihand ku êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wan ên li eniyên Hesekê û Eyn Îsayê dewam dikin.

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin;

"Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wan li derdora gundê Erbaîn êriş birin ser çeperên hêzên me û warê sivîlan.

Liv û tevgera komên çete ya li ser rêya navneteweyî ya M4 dewam kir. Her wiha bi çekên giran êrişî bejahiya Tirwaziyê û Ûm Beramijê kir. Artêşa dagirker bi hawan û fuzeyên grad bombe li gundên Xirbit Faris, Kefîfa û Leqleqo barand. Tevî vê yekê balafirên keşfê yên bê mirov ên artêşa dagirker li herêmê geriyan.

Ji ber êrişa bi çekên giran a artêşa dagirker hevalekî me birîndar bû."