HRE’yê hevrêyên xwe yên şehîd Eynat Rojava û Ronî Cindirês bibîr anî

HRE’yê bi daxuaniyekê hevrêyên xwe Eynat Rojava û Ronî Cindirês ên dem û cihên cuda şehîd bûne bibîr anî û sersaxî ji malbatên wan re xwest.

Hêzên Rirzgaiya Efrînê bi daxuyaniyekê nasnameya Eynat Rojava ê 1’ê Kanûnê û Ronî Cindirês ê 20’ê Mijdarê di Qonaxa Duyemîn a Rizgariya Efrînê de li Efrînê şehîd bûbûn, bibîr anî.

HRE’yê ev agaî da: “Hevrêyê me Eynat Rojava di dîroka 1’ê Kanûnê de û Rêhevalê me Ronî Cindirês di 20’ê Mijdarê de di berxwedana Qonaxa Duyemîn a Rizgarkirina Efrînê de li Efrînê şehîd bûn.

‘HEVRÊ EYNAT BI HÊRS Û KÎN LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ TÊKOŞIYA’

Hevrê Eynat, di nava malbatekî welatparêz de li navçeya Mabeta yê bi ser Efrînê ji dayik bû. Piştî dagirkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, bi bandora berxwedana li dijî dagirkeriyê tevlî refên me bû. Hevrê Eynat, bi hêrs û kîneke mezin û heta hênase xwe ya dawî li hember dagirkeriyê têkoşîna xwe domand û bi biryardariyeke mezin peywirên xwe di nava berxwedanê de bi cih anî.

‘BI SEKNEK WÊREK Û FEDEKAER HETA KÊLIYA DAWÎ LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ ŞER KIR’

Hevrê Ronî, di nava malbetekî welatparêz de li navçeya Cindirês yê bi ser Efrînê ji dayik bû. Artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên bi ser ve piştî ku Efrîn dagir kirin, bi bandor bûna ji têkoşîna rizgariya herêma Efrînê tevlî refên me bû. Hevrê Ronî di jiyanê de sekna xwe ya wêrek û fedakar di her kêliya jiyanê de parast û hetanî hênasa xwe ya dawiyê jî li dijî dagirkeriya Efrîne têkoşina xwe domand. Hevrê Ronî, erk û berpirsiyartiyên ku di berxwedaniyê de li ser xwe wergirtibû bi azweriyeke xurt bi cîh anî.

Em hevrê Ronî û Zinar bi bîr tînin ji malbata wan û gelê xwe re ser saxiyê dixwazin.”

Nasnameya şehîdan wiha ye:

Nasnav: Eynat Rojava

Nav û Paşnav: Ebdilmecid Hemo

Navê Dayîk: Nesrîn

Navê Bav: Mistefa

Cih û dîroka jidayikbûnê : Efrîn-Mabata

Cih û dîroka şehadete: Efrîn 1’ê Kanûn 2019

***

Nasnav: Ronî Cindirês

Nav û Paşnav: Cihad Mihemed

Navê Dayikê: Qalye

Navê Bav: Qadiflî

Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Efrîn-Cindirês

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn/20’ê Mijdar 2019