Xelkê Efrînê li dijî komkujiya li Til Rifatê daketin qadan

Xelkê Efrînê li dijî komkujiya dewleta Tirk a dagirker a li Til Rifatê li pêşiya navendeke leşkeri ya Rûsya ku li Şehbayê çalakiyek kirin.

Bi hezaran kes ji destpêka gundê Wehşiyê bi dirûşim û hêrsekî mezin, hildan wêneyên şehîdan û dirûşmên ‘Na ji kuştina zarokan’ û ‘Em Efrîn bernadin’ ber bi navenda leşkerî ya Rûsya ve meşiyan.

Li pêşiya navenda leşkerî ya Rûsya gel bê navber dirûşim qîr kirin.

Piştre li ser navê çalakvanan heyetek derbasî navenda Rûsan bûn, daxwaz û peyamên gel gihandin rêveberên navendê.

BAVÊ ZAROKAN ZAROKÊ CÎHANÊ PARAST, LÊ CÎHANÊ ZAROKÊN WÎ NEKARÎ BIPARÊZIN

Her wiha bavê şehîd Şîlan Hesen li vir axivî, sersaxî ji malbatên şehîdan re da û got: “Li ber çavê her kesê 8 jê zarok 10 sivîl hatin qetilkirin, ev jî bê bextî û bêexlaqiya dinê ye. Yek ji bavê zarokên şehîd bûye, di berxwedana li dijî çeteyan de şer kiriye û şehîd bûye. Ji bo cîhanê biparêzin canê xwe dane. Cîhan tev nekarî zarokên wî biparêzin.”

Piştre jî ji aliye endamên meclîsa û saziyan ve ji bo zarokên Efrînê helbest hate xwendin.

‘TIRKIYE LI BER ÇAVÊ DINÊ ZAROKAN QETIL DIKE’

Elo diyar kir ku wan peyamên gel gihande wan û got: “Em koçberên Efrînê ne lê em Efrînî ne û ser bilind in. Li ber çavê dinê hemû bi taybet Rûsya sivîl ji aliye dewleta Tirk ve tê bombe kirin. Hovîtiya Tirk gihiştiye wê astê êdî li zarokan jî nabore, zarokan qetil dike.”

Piştî axaftinan û şûnde çalakî bi dirûşma ‘Na ji kuştina zarokan re’ bi dawî bû.