Li Babê 5 dagirker hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê diyar kirin ku li gundê Babê çalakî li dar xistine û di vê çalakiyê de herî kêm 5 dagirker hatine kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê diyar kir ku wan li herêma Babê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê çalakiyek li dar xistine.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

“Di 2’ê Kanûnê de li derdora gundê Eblê yê Babê hêzên me li çeper û baregehên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dane. Di vê çalakiyê de 5 dagirker hatine kuştin û hejmara dagirkerên birîndar jî nehatiye tespîtkirin.

Artêşa Tirk a dagirkerû çeteyên wê piştî çalakiya hêzên me gundên Til Cîcan, Semûqa û Til Medîq ê Şehbayê bomberdûman kiriye.”