Nerazîbûnên xwendekaran a li dijî qetlîama zarokan a li Rojava didomin

Xwendekarên Rojava, êrîş û qetlîama dewleta Tirk a dagirker a li Til Rifatê protesto dikin.

Xwendekarên li navçeya Tirbespiyê ya Qamişlo û Minbicê daketin kolanan, qetlîama dewleta Tirk a li Til Rifatê protesto kirin.

MINBIC

Xwendekarên Dibistana Raxib Haron a seretayî ya li taxa Hezwana ya bajarê Minbicê komkujiya ku artêşa dewleta Tirk a dagirker li dijî zarokan de pêk aniye protesto kirin.

Xwendekaran wêneyên komkujî û pankartên bi nivîsên "Em ne terorîst in, lê belê Erdogan û xelîfeta wî El-Bexdadî terorîst in" û" Me zarokên cîhanê ji terorê parastin û îro cîhan li hember terora Erdoganê kujerê zarokên me, bê deng e", hildan.

Xwendekaran, deqeyeke rêz girtin û dirûşmên" na ji tundiyê re, na ji kuştinê re û na ji terorê re" berz dan.

TIRBESPIYÊ

Li navçeya Tirbespiyê ya Kantona Qamişlo xwendekarên navçeyê bi daxuyaniyekê komkujiya artêşa Tirk a dagirker li dijî zarokên Erfrînê pêk anî şermezar kir.

Daxuyanî li pêş Dibistana Xewla ya Keçan bi beşdariya bi dehan xwendekar tevî hildana pankartên bi nivîsên bi zimanê ingilîzî "Na ji hovîtiya Tirkiyê re, na ji îxaneta Emerîkayê re, na ji guhartina demografiyê re û erê ji darizandina Tirkiyê re" hatin hildan. Daxuyanî ji hêla xwendekar Dilvîn Silêman ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de êrîş û komkujiya dewleta Tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û komkujiya li Til Rifatê hate protestokirin.