QSD: Dewleta Tirk ji 17'ê Cotmehê ve 68 sivîl qetil kir

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê diyar kir ku dewleta Tirk ji 17'ê Cotmehê ve agirbestê binpê dike. Li gorî rapora QSD'ê 68 sivîl hatin qetilkirin û herî kêm 42 caran bi balafirên şer ên bêmirov êriş kiriye.

Berfirehiya daxuyaniya QSD’ê wiha ye:

“Artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên bi ser wê ve, bi armanca dagirkirina xaka Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê, êrişên xwe yên dijwar bê navber didomînin. Artêşa dagirker, ji 9‘ê Cotmeha 2019‘an ve bi piştevaniya tank, top, balafirên şer û bi hezaran çeteyên xwe destdirêjiya xwe ya li ser ewlehî û aramiya herêmê berdewam dike.

Artêşa dagirker, ruxmê rêkeftinên agirbestê jî, li ser qadên derveyî herêma ku li ser li hev hatiye kirin jî êrişên xwe didomîne. Komên çete yên ser bi artêşa dagirker ve, ji 17‘ê mehê û vir ve, li rojhilatê Serêkaniyê û rojavayê Girê Spî, bi sedan caran êrişên bi her cure çekên giran pêk anîn. Di encama êrişan de gelek şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk, Meclisa Leşkerî ya Suryanî û welatiyên sîvîl şehîd ketin; hejmarek gelekî zêde ji şêniyên herêmê koçber bûn. Binpêkirinên artêşa dagirker ên agirbestê gihîşt astekê ku komên çete bi piştgiriya êrişên balafirên bêmirov gelek gund û navçe dagir kirin û qada xwe ya dagirkeriyê li derveyî sînorê li ser hatiye lihevkirin, berfireh kirin.

Di vê çarçoveyê de artêşa dagirker û komên çete, ji 17‘ê Cotmeha 2019‘an ve;

143 caran êrişên bejahî li ser çeperên hêzên me û artêşa Sûriyê li dar xistin.

42 caran êrişên hewayî yên bi balafirên bêmirov pêk anîn.

147 caran bi tank û obusan qadên agirbestê û herêmên sîvîl topbaran kirin.

Ji ber van êrişan 68 welatiyên sîvîl şehîd bûn û 214 sîvîl birîndar bûn. Artêşa dagirker bi van êrişan zêdetirî 88 gund û mezra yên ku li derveyî herêma rêkeftinê ne, dagir kirin û komên xwe yên çete tê de bi cih kirin. Ji ber êrişên dagirkeriyê yên li ser van herêman, 64 hezar welatî koçber bûn ku gelek ji wan ji pêkhateya xiristiyan in. Her wiha 6 gundên gelê Aşûrî-Suryan jî ji ber êrişan hatin valakirin.“