Dewleta Tirk êrişî gundên Şerayê kir

Dewleta Tirk a dagirker piştî ku li Şehbayê 10 sivîl ku 8 ji wan zarok bûn qetil kir, vê carê bombe li gundên navçeya Şera ya Efrînê barand.

Li gorî agahiyan, li gorî dema herêmê saet di 14:00 de gundên Malikiyê, Meranazê, El Qemiyê û Şiwarxa her wiha keleha Şiwarxa hate topbarankirin.

Li gorî dema herêmê saet di 09:30'î de dewleta Tirk a dagirker gundên Soxanekê û Aqibe yên Şêrawayê topbaran kir.