QSD: Dewleta Tirk hewl da deriyek nû yê dagirkeriyê veke

QSD’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker xwestin li aliye Amûdê deriyek nû veke, lê li ser bersivdayîna hêzên QSD’ê ev hewldan hate valaderxistin.

Navenda Ragihanê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê encamên roja 55`an a şer û berxwedana li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere kirin.

QSD’ê ev agahî da: "Tevgera keşfê û topbarana arteşa Tirk a dagirker û komên çete li seranserê heremê berdewam kir.

AMÛDÊ

Duh di saetên berêvarê de arteşa Tirk a dagirker li aliyê Amûdê deriyek vekir û xwest bi maşîneya kar rê çêkin. Piştî bersivdayîna hêzên artêşa Sûriyê maşîneya kar paşde vegeriya û xebata rêçêkirinê hat sekinandin.

EYN ÎSA

Artêşa Tirk a dagirker û komên çete nêzî herêma Qizalî gundên Ebû Sira, Korikê, Um Hiwêş bi obus û hewanan topbaran kirin. Di encamê vê topbaranê de 2 leşkerên artêşa Sûriyê jiyana xwe ji dest da, 3 leşker jî birîndar bûn."