HRE: Di çalakiyên tolhildanê de 7 çete û leşker hatin kuştin

Hêzên HRE'yê li dijî komkujiya ku li Til Rifatê li dijî sivîlan hate kirin çalakiyên tolhildanê kirin. Di çalakiyan de 7 çete û leşker hatin kuştin.

Daxuyaniya Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) wiha ye:

"Artêşa Tirk a dagirker û komên wan ên çete li navçeya Til Rifatê li dijî mirovên me yên Efrînî di 2'ê Kanûnê de komkujiyek kirin. Piraniya wan zarok gelek mirovên me şehîd bûn. Hêzên me li dijî vê komkujiyê hin çalakiyên tolhildanê kirin.

Di 3'ê Kanûnê de li gundê Gobelê yê bajarê Efrînê hêzên me li baregeheke leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker xistin. Di çalakiyê de bataryayeke obusê hate rûxandin û leşkerekî Tirk ê dagirker hate kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn.

Di 3'ê Kanûnê de li derdora bajarê Ezazê li dijî çeper û stargehên çeteyên artêşa Tirk hêzên meç alakiyek pêk anîn. Di çalakiyê de 5 dagirker hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.

Di 3'ê Kanûnê de li derdora bajarê Mareyê li dijî çeteyên artêşa Tirk a dagirker tîmên me yên sekvan çalakiyeke sûîqestê kirin. Di encamê de çeteyekî dagirker hate kuştin.

Piştî çalakiyên hêzên me artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wan gundên Soxanekê û Aqîbê yên Şêrawa, gundên Şewarxa, Elqamiyê û Malikiyê yên navçeya Şera û gundê Hirbil ê herêma Şehbayê bombe kirin ku qadên sivîlane.

Bi navê Hêzên Rizgariya Efrînê em careke din radigihînin ku ti êrişa dagirkeran wê bêbersiv neyê hiştin."