Şehîdên qetlîama Til Rifetê bi merasîmeke bi heybet hatin veşartin

Bi hezaran şêniyên herêma Efrînê cenazeyên 10 sivîlên ku ji wan 8 zarok ên ku di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li Til Rifetê de şehîd bûbûn, bi merasîmeke bi heybet hatin veşartin.

Bi hezeran şêniyên herêma Efrînê li pêşiya Nexweşxaneya Avrîn a Kantona Şehbayê kom bûn da ku cenazeyên 10 şehîdan ku 8 ji wan zarok ên di qetlîama artêşa Tirk a li dijî Til Rifetê de hatin şehîdkirin, bi merasîmekê veşartin.

Şêniyan cenazeyên şehîdan ji nexweşxaneyê wergirtin û li kolana sereke ya navçeya Fafînê geriyan. Şêniyan dirûşmên “Şehîd namirin” û dirûşmeyên piştgiriya Berxwedana Serdemê û Berxwedana Rûmetê berz kirin.

Her wiha şaxê zeytûnan, wêneyên şehîdên komkujiyê û pankartên "Na ji kuştina zarokan re”, “Rojava serî natewîne”, “Tirkiye xaka me dagir dike, zarok û kalepîrên me dikuje” û “Rûsya bê deng e û em dagirkeriya Tirkiyê red dikin" hatin hildan.

Li goristana şehîdan a navçeya Fafînê merasîm bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre jî endama Koordînasyona Kongreya Star Hediya Yûsif, hevserokê Meclîsa Kantona Efrînê Mihemed Naso, ji rêveberên Koordînasyona Kongreya Star a herêma Efrînê Newroz Haşim û endamê Meclîsa Kantona Şehbayê Mihemed Cûma, axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbatên şehîdan re hat xwestin. Her wiha hat destnîşankirin ku êrîş û komkujiyên artêşa Tirk û çeteyên wê li dijî Kantona Şehbayê armanc herêmê ji niştecihên wê yên resen vala bike, îrade û berxwedana şêniyên Efrînê li Til Rifet û Şehbayê bişkîne. Axaftvana got dewleta Tirk ji îradeya gelên azadîxwaz ditirse.

Di axaftinan de hat diyarkirin ku dagirkerî tê wateya hedefgirtina pêşeroja gelan û ev yek sûceke li dijî mirovahiyê û deqek reş li ser eniya rêxistin û saziyên ku bi navê mafên mirovan nav li xwe dikin.

Di dawiyê de helwesta civaka navdewletî û bêdengiya derbarê sûcên ku Tirkiyê pêk tîne hat rexnekirin û bang li wan hat kirin ku berpirsiyariya têkildarî qirkirina etnîk, guhertina demografîk û komkujiyên ku dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî sivîlan tê kirin, pêk bîne.

Her wiha zarokê bi navê Xelîl Hisên ji bo şehîd û rêhevalên xwe helbestek xwend.

Piştre jî nasnameya şehîdên komkujiyê ji aliyê mamosteyên KPC-Demokratîk Ronî Mihemed û Avdar Xelîl ve hatin xwendin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyên şehîdan li goristana navçeya Fafîn di nava dirûşme û tilîliyan de hatin veşartin.

Navên kesên şehîd bûne wiha ne:

Hisên Abdulha Kildedo (74)

Ali Mehmud Osman (63)

Mihmed Ali (11)

Mistefa Mihmed Mecid (10)

Mihmed Haci Omer (7)

Arif Cafer Mihmed (6)

İmad Ehmed Kêfo (9)

Abdul Fetah Aliko (3)

Semir Abdurihman Hiso (12)

Mihmed Adulriham Hiso (15)