ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Malbatên şehîdan êrîşên li dijî goran protesto kirin
Meclîsa Malbatên Şehîdan êrîşên hov ên dewleta Tirk a li dijî gorên gerîlayên şehîd protesto kirin. -
Gedo: Divê mirov li banga yekîtiyê ya Ocalan xwedî derkeve
Sekreterê Giştî yê Partiya Çepgir a Demokratîk a Kurdên Sûriyê Salih Gedo got, ''Astengkirina hebûna MÎT'ê ya li Başûr peywira hikûmetên Hewlêr û Silêmanî ye. Êrîşa li ser PKK'ê wê hemû Kurdan tine bike.'' -
Dewleta Tirk leşkeran sewqî Idlibê dike
Dewleta Tirk a dagirker ji saetên sibê ve leşkerên nû sewqî Idlibê dike. Di nava 3 mehan de derdorî 10 hezar leşkerên Tirk li herêmê hatine bicihkirin. -
Dagirker êrişê dibin ser 2 gundên Til Temirê
Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe êrişê dibe ser gundên Dîdara û Ûm El Keyf ên Til Temirê. -
'Rêveberiya Xweser li dijî qanûna Caesar divê tevdîrên xwe bigire'
Ekonomîst Çeleng Omer bandora qanûna Caesar nirxand û got, "Wê bandorê li rejîmê bike, lê belê ev nayê wê wateyê ku wê rejîm yekser hilweşe." Omer ji bo Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ev hişyarî da: "Çavkaniyên xwe hene, lê belê divê tevdîrên xwe bigire." -
Dagirker li Efrînê şerê hev dikin
Li Efrîn a dewleta Tirk û çeteyên wê dagir kirî, krîz bi dawî nabin. Çeteyên dewleta Tirk ên di bin navê ‘Artêşa Mîllî’ de kom kiriye û polîsên leşker ên dagirker de şerekî dijwar diqewime. -
Di bombardûmana dewleta Tirk de, 2 leşkerên Sûriyê birîndar bûn
Dewleta Tirk gundê Evdîko ya Girê Spî bombardûman kir, 2 leşkerên Sûriyê birîndar bûn. -
Şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn hatin veşartin
Şêniyên herêma Efrînê cenazeyên şehîdên endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Elî Mihemed Îbiş û Gênco Mihemed Şebabo veşartin. -
Li Reqayê berpirsyarê malî yê DAÎŞ'ê hate girtin
Hêzên Antî Terorê li Reqayê li dijî hucreyên DAÎŞ'ê operasyonek kirin. Di encamê de berpirsyarê rêxistina çete yê malî Mûhammed El Alî girtin. -
Qanûna Caesar beriya ku bikeve meriyetê bandor li bazara Sûriyeyê kir
Qanûna Caesar ku pêkanînên DYE'yê li Sûriyeyê ferz dike, hîn neketiye meriyetê, lê belê ji niha ve bandor li bazara Sûriyeyê kiriye. Qîmetê lîreyê Sûriyeyê li pêşberî dolar gelekî dikeve. -
'Keça min a 6 salî kuştin''
Fatma, dayika Sara ya 6 salî, ya ku dema dagirkeriya Tirk a li ser Girê Spî bi guleyê artêşa Tirk şehîd bûyî, got,''Sara hê 6 salî bû û berê çeka xwe jî nedabû Erdogan lê keça min kuştin.'' -
HRE: Li Efrînê 4 dagirker hatin kuştin
Şervanên HRE'yê li Efrînê li dijî leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker çalakî kirin. Di encamê de 2 jê leşker 4 dagirkerên dewleta Tirk hatin kuştin. -
Dewleta Tirk bombeyan li sivîlan dibarîne
Dewleta Tirk a dagirker li gundên Girê Spî û Eyn Îsayê êriş bir ser sivîlan. Ji ber êrişê xisar li mal û zeviyên genim ên gundiyan bû. -
Hêzên Sûriyeyê mekîneyeke kar a artêşa Tirk rûxand
Hêzên Sûriyeyê mekîneyeke kar a zirxî ya artêşa Tirk a li gundê Afesê çeper dikolan, rûxand. -
Li Girê Spî bombe li malan barandin, zevî şewitandin
Artêşa Tirk a dagirker malên gundên Zey Ereb û Zenûbiya yên Girê Spî dan ber topan û zeviyên çandiniyê jî şewitandin. -
QSD'ê nasnameya 4 şervanên xwe yên li Eyn Îsa şehîd ketibûn eşker kirin
QSD’ê nasnameya 4 şervanên ku 30’ê Nîsanê di berxwedana li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundên Eyn Îsa yên herêma Firatê de şehîd bûbûn, eşkere kirin. -
'Bi berxwedanê em ê bi misogerî vegerin Efrînê'
Meclîsa Kantona Efrînê diyar kir ew ê tim li ber xwe bidin û bang li saziyên navneteweyî kir ku li bara rûdanên li Efrînê bihistyar bin. -
Li Sûriyeyê êrişên hewayî: 14 milîsên alîgirê Îranê mirin
Li herêma Dêra Zorê ya Sûriyeyê, nîvê şevê êrişên hewayî hatin kirin. Hate ragihandin ku 14 şervanên Îranî û milîsên hevalbendên wan hatine kuştin. -
Êrîşî gundên Girê Spî hatin kirin
Dewleta Tirk û çeteyên wê êrîşî gundê Zenûbiya û Zinar Ereb ên Girê Spî kirin. -
Li Reqayê di goreke komî de 51 cenaze hate derxistin
Di goreke komî ya li herêma Til Zedan a dikeve rojhilatê Reqayê de 51 cenaze hate derxistin. Tê texmînkirin ku li vê gora komî bi kêmanî 200 cenaze hebe. -
Rejîma Tirk bênavber hêzên xwe dişîne Idlibê
Li gel agirbesta navbera dewleta Tirk a dagirker û Rûsyayê ku li ser Idlibê hate kirin, dewleta Tirk bênavber leşkerên xwe dişîne herêmê. -
Gabrîel: Rewşa li Girtîgeha Hesekê di bin kontrola me de ye
Berdevkê QSD’ê Kîno Gabrîel diyar kir ku wan li Girtîgeha Hesekê pêşiya reva çeteyên DAÎŞ’ê girtine û rewşa li girtîgehê di bin kontrola wan de ye. -
Çeteyên DAÎŞ’ê hewl dan birevin
Nêzî 5 hezar çeteyên DAÎŞ’ê yên li Girtîgeha Hesekê dîsa hewil dan ku birevin. Hate ragihandin ku rewşa li girtîgehê ketiye bin kontrolê. -
Dagirker êrîşî gundên Şerayê dikin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi topan û çekên giran êrîşî gundên Şeraya Efrînê dikin. -
‘Înîsîyatîfa Neteweyî ya ji bo Yekîtiya Kurdan hate avakirin’
Li Rojava Înîsîyatîfa Neteweyî ya ji bo Yekîtiya Kurdan hate avakirin’.