Li Reqayê berpirsyarê malî yê DAÎŞ'ê hate girtin
Hêzên Antî Terorê li Reqayê li dijî hucreyên DAÎŞ'ê operasyonek kirin. Di encamê de berpirsyarê rêxistina çete yê malî Mûhammed El Alî girtin.
Hêzên Antî Terorê li Reqayê li dijî hucreyên DAÎŞ'ê operasyonek kirin. Di encamê de berpirsyarê rêxistina çete yê malî Mûhammed El Alî girtin.
Li gorî daxuyaniya Hêzên Antî Terorê, berpirsyarê malî yê hucreyên DAÎŞ'ê El Alî li Reqayê bi operasyonekê hate girtin.
Hate ragihandin ku li ser bersûc gelek Dolar, TL (Lîreyê Tirk) û SL (Lîreyê Sûriyeyê) û 3 telefonên mobîl hatin girtin.
Piştî ku çeteyên DAÎŞ'ê li Reqayê dema dawî hin êriş kirin, hêzên leşkerî tevdîrên li dijî hucreyên DAÎŞ'ê zêde kiribûn.