Gedo: Divê mirov li banga yekîtiyê ya Ocalan xwedî derkeve

Sekreterê Giştî yê Partiya Çepgir a Demokratîk a Kurdên Sûriyê Salih Gedo got, ''Astengkirina hebûna MÎT'ê ya li Başûr peywira hikûmetên Hewlêr û Silêmanî ye. Êrîşa li ser PKK'ê wê hemû Kurdan tine bike.''

Sekreterê Giştî yê Partiya Çepgir a Demokratîk a Kurdên Sûriyê Salih Gedo bal kişande ser êrîşa li ser Mexmûrê ya bi destê deleta Tirk û got, ''Deweta Tirk bi balafirên şer êrîş bire ser Mexmûrê û herêmên din. Çend sivîl şehîd bûn. Ev ji bo Kurdan rewşeke pir kambax bû. Gelê me her saet, her deqe ev rewş dişopand. Vê rewşê li cem Kurdan endîşeyek çêkir. Dema ku nakokî çêdibin moralê gelê me jî dikeve. Weke ku tê zanîn îro daxwaza gelê me yekîtiya netewî ye.''

Gedo her wiha bal kişande ser têkoşîna li Bakurê Kurdistanê û got,''Îro li Bakur şoreşek heye. Divê partiyên Kurd destekê bidin hev. Li şûna ku pêşiya hev bigirin divê pêşiya dijmin bigirin. Divê şoreşa Bakur were destekkirin. Ên ku dixwazin vê şoreşê bişkînin dewleta Tirk, AKP û Erdogan e, ango dijminên Kurdan in. Vê jî, bi geşkirina nakokiyên nav Kurdan dixwazin pêk bînin.''

Li ser hêza leşkerî ku PDK'ê şandî ser Zînî Wertê jî Gedo got, ''Divê hêzên Kurd, gerîla û pêşmerge nekevin cihên hev. Divê bikevin cihên dijmin. Ev nakokiya nav Kurdan xizmetê nade Kurdan, xizmetê dide dijminan. Ev peywira tevgerên Kurd e. Nexasim sê hêzên mezin (PKK, PDK, YNK) divê bi rih xwe bidin ber vî barî.''

Gedo bal kişande ser hebûna MÎT'a Tirk a li Başûrê Kurditanê û got divê rêveberiya PDK'ê û YNK'ê nehêlin ku MÎT li Başûr rêxistiniya xwe bike û divê MÎT were sînordarkirin.

Gedo wiha got:''MÎT çima tê Başûrê Kurdistanê? Ji bo neqenciyê, ji bo ku nakokiyên nav Kurdan geş bike û destkeftiyên Kurdan tin bike. Astengkirina vê peywira partiyên siyasî yên Başûr e. Nexasim rêveberiya Hewlêrê û SilÊmanî divê hebûn û geşbûna MÎT'ê ya li Başûr asten bikin. Divê wan sînordar bikin û ji Tirkan re bibêjin, 'êdî bes e''. MÎT dixwaze fitnê bike nav Kurdan, dixwaze nakokiyan çêbike û geş bike. Divê Kurd li bara ve hişyar bin.''

Gedo got Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dema ku bi birayê xwe Mehmet Ocalan re bi telefonê axiviye banga yekîtiya netewî kiriye, diyar kiriye divê rêxistiniya Rojava were xurtkirin û behsa rojanekirina peymana li gel Idrîs Barzanî ya 1982'yan kiriye.

Gegot got, ''Ez bawer dikim bandoreke mezin a hevdîtina bi telefonê ya bi Rêber Apo re li ser gel çêbûye. Bi axaftina bi telefonê ya ku 25 deqeyan dom kirî peyam da hemû hêlên siyasî yên Kurdistanê. Yekîtiya netewî û helwesta Rêber Apo ya derbarê ve ji berê ve eynî bû. Min bi şexsê xwe cara pêşî Rêbertî 1981'an dît. Rêbertî hê wê demê behsa giringiya yekîtiya netewî ya Kurdan dikir. Rêbertî digot, ''Serkeftinya kurdan bi yekîtiya netewî ve girêdayiye. Ji bo ku em vê bi ser bixin divê em ji bo yekîtiya netewî bixebitin û serfiraz bikin.'' Tim ev digot.''

Gedo bi berdewamî got dewleta Tirk ne tenê PKK'ê, hemû Kurdan û hêzên Kurd dike hedef û got,''Şerê li dijî PKK'ê şerê li dijî hemû Kurdan e. Divê hemû partiyên Kurd jî vê rastiyê zanibin, heke PKK biqede wê PDK û YNK jî biqedin. Hemû destkeftiyên Kurdan wê tine bibin.''