'Keça min a 6 salî kuştin''

Fatma, dayika Sara ya 6 salî, ya ku dema dagirkeriya Tirk a li ser Girê Spî bi guleyê artêşa Tirk şehîd bûyî, got,''Sara hê 6 salî bû û berê çeka xwe jî nedabû Erdogan lê keça min kuştin.''

Di rewşeke wiha de ku rojeva cîhanê pandemiya Covîd-19'ê ye, rojeva dagirkeriya Tirk  a qirker êrîşên xwe li ser Kurdistanê, nexasim li ser Rojava, Bakur-Rojhilatê Sûriyê didomîne. Ji ber êrîşkariya xwînxwar û barbar a Tirk gelek trajedî li Rojava hatine jiyîn, ku hin ji van trajediyan bi sedan sal jî biçin wê derbas nebin û divê neyên jibîrkirin.

Dagirkeriya Tirk dema êrîşên ser Serêkaniyê û Girê Spî jî mohra xwe li ser xwînxwariyê danî. Di dagirkeriya Tirk de bi sedan zar û zêçên Kurdan bûne qurbaniyên bombeyên balafirên Tirk, hin ji wan birîndar bûn, dest û piyên hinan qut bûn.

Dewleta Tirk a ku ji kuştina Kurdan têr nabe, dema dagirkeriya ser Girê Spî, Sara, ya ku ji êrîşên dagirkeriya Tirk ne agahdarbû ji dibistanê vedigeriya malê. Sara dema ku ji bo biçe gund li gel apê xwe li motosîklêtê siwar bûyî bi dengekî veciniqîn, ku vî dengî jiyana wan guherand. Roja 1'ê Mijdarê bû. Dewleta Tirk li ber çavê hemû cîhanê, piştî Efrînê careke dî bi artêşa xwe ya xwînxwar ji bo ku êrîşê bîne ser Bakur-Rojhilatê Sûriyê li ser sînor bêyî ku bibêje ev jin e û zarok e dest bi kuştinê kir.

8 MEH DI SER ŞEHÎDBÛNA SARA RE BIHURÎN

Û dîrok 1'ê Mijdarê..Ev roj ji bo ayika Sara Fatma, ku keça wê bi guleyeke ji lûleya leşkerê Tirk teqiyayî şehîd dibe, dibe rojeke ku qet wê neyê jibîrkirin. Di ser rûdanê re 8 meh derbas bûn. Me jî çû serdana dayika Saraya biçûk kir. Dema ku me ji dayika Sara Fatmayê pirsa wan rojan kir, bi girî hewl dida ji me re bibêje. Her çendî neaxive jî êşa zaroka wê mîna perengekî li ser dilê wê bû û çi kesê ku hinek xwedî ûcdan be wê ev êşa wê bibihîstana.

Fatma bêdeng bû, ne hêsan bû ku ya di dilê wê de mirov pê bida goitn. Bêdengiya wê her tişt vedigot. Lê bi çend gotinan jî be me xwest ku bibêje. Bi sedema kesên ku êşa wê nedîtin vê bibînin, ên jibîr kiribin bibînn û careke dî dilê wan ji bo rûmetiya mirovan lêbide.

EZ KINCÊN KEÇA XWE JI YÊN XWE VENAQETÎNIM

Fatmaya dayik dema ku behsa faşîzma şefê Tirk Erdogan dikir bi zimanekî fesîh û dilê mirov dişewitand daixivî.   Fatmaya dayik got: ''Sara hê 6 salî bû û berê çeka xwe nedabû Erdogan lê keça min kuştin. Min jî dixwest ku keça min biçe dibistanê, mezin bibe, bibe zana.''

Xwîşka biçûk a Sara, Aryen jî her roj ji diya xwe pirsa xwîşka xwe dike û dibêje, ''Ka xwîşka min?'' Lê dayika wê ji bêgavî li bara vê pirsê bêdeng dimîne.

Dayika Sara hemû kincên keça xwe di baholekê de vedişêre. Fatma dema ku kincên keça xwe nîşanî me dide dibêje: ''Ez kincên keça xwe ji yên xwe venaqetînim. Ji ber ku heke ez veqetînim wek ku ez ê ji keça xwe dûr bikevim.''

Dayika Sara tenê tiştekî dixwaze, dixwaze ku dagirkeriya Tirk bi dawî bibe û çi kesê ku dibêje mirov e li dijî vê dagirkeriyê dengê xwe rake.