Li Girê Spî bombe li malan barandin, zevî şewitandin
Artêşa Tirk a dagirker malên gundên Zey Ereb û Zenûbiya yên Girê Spî dan ber topan û zeviyên çandiniyê jî şewitandin.
Artêşa Tirk a dagirker malên gundên Zey Ereb û Zenûbiya yên Girê Spî dan ber topan û zeviyên çandiniyê jî şewitandin.
Li gorî nûçeya bi dîmen a ANHA’yê parve kirî, dewleta Tirk a dagirker şeva Yekşemê gundên Zeyn Ereb û Zenûbiya yên dikevin rojavayê Girê Spî topbaran kiribûn.
Di encama topbaranê de malên gel û zeviyên çandiniyê şewitîn. D dîmenên hatin parvekirin de dixuyê ku mal û zevî hê jî dişewitin.