Li Sûriyeyê êrişên hewayî: 14 milîsên alîgirê Îranê mirin

Li herêma Dêra Zorê ya Sûriyeyê, nîvê şevê êrişên hewayî hatin kirin. Hate ragihandin ku 14 şervanên Îranî û milîsên hevalbendên wan hatine kuştin.

Saziya Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku balafirên şer ên Îsraîlê doh bi şev bombe li herêmên Meyadîn, Salihiye û Kaqeriyyeyê barandine.

Saziyê diyar kir ku 14 kes hatine kuştin, lê belê eşkere nebû ku çend ji wan Îranî ne, çend jî milîs in. Li gorî saziyê di nava yên hatine kuştin de milîsên Iraqî jî hene.

Îsraîl ji sala 2011'an dema destpêkirina şerê navxweyî yê li Sûriyeyê û vir ve gelek caran êriş biriye ser hêzên rejîmê û hevalbendên wê hêzên Îranê û Hîzbûllahê.

4'ê Gulanê sîstema parastina hewayî ya Sûriyeyê li dijî êrişên hewayî çalak bûbû. Li gorî medya xwecihî, êriş bi 3 balafiran hate kirin û qadeke di kontrola milîsên alîgirê Îranê de bû hate bombekirin. Bombardûman li febrîqeyeke cebilxaneyan û navendeke lêkolînê hate kirin.

1'ê Gulanê jî balafirên Îsraîlê bombe li depoyeke cebilxaneyan a li navenda welêt barandibûn.