Rejîma Tirk bênavber hêzên xwe dişîne Idlibê
Li gel agirbesta navbera dewleta Tirk a dagirker û Rûsyayê ku li ser Idlibê hate kirin, dewleta Tirk bênavber leşkerên xwe dişîne herêmê.
Li gel agirbesta navbera dewleta Tirk a dagirker û Rûsyayê ku li ser Idlibê hate kirin, dewleta Tirk bênavber leşkerên xwe dişîne herêmê.
Li gorî daxuyaniya Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) hêzên hikumeta Sûriyeyê bi fuzeyan bombe li herêmên Kensefra, Fetîra, Bara, Sîfohîn û Fîlefîl ên li başûrê Idlibê barandin ku çeteyên dewleta Tirk lê ne.
SOHR'ê ragihand ku ji bilî vê bombardûmanê di roja 59'emîn a agirbesta Pûtîn-Erdogan de li herêmê bêdengiyeke aloz heye û diyar kir ku dewleta Tirk konvoyeke ji 30 wesayitî ku bi cebilxaneyan tijî bû di 3'ê Gulanê de derbasî herêmê kiriye.
SOHR'ê diyar kir ku konvoyê berê xwe da Keferlosîn a li bakurê Idlibê.
Li gorî daneyên saziya çavdêriyê ji destpêka agirbestê û vir ve rejîma Tirk 2 hezar û 980 wesayit derbasî Sûriyeyê kiriye û bi hezaran leşkerên Tirk bi cih kiriye.