'Rêveberiya Xweser li dijî qanûna Caesar divê tevdîrên xwe bigire'

Ekonomîst Çeleng Omer bandora qanûna Caesar nirxand û got, "Wê bandorê li rejîmê bike, lê belê ev nayê wê wateyê ku wê rejîm yekser hilweşe." Omer ji bo Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ev hişyarî da: "Çavkaniyên xwe hene, lê belê divê tevdîrên xwe bigire."

Tê payin ku qanûna Caesar a DYE'yê destpêka meha Hezîranê bikeve meriyetê, ku qanûn pêkanînan li ser piştevanên rejîma Sûriyeyê ferz dike.

Qanûn hîn neketiye meriyetê, lê ji niha ve bandor li bazara Sûriyeyê kiriye.

Lîreyê Sûriyeyê ku demeke li pêşberî dolar bêqîmet bûye, ji destpêka hefteyê ve bi rêjeya 20 ji sedî hîn bêhtir bêqîmet bûye.

Hefteya derbasbûyî dolarekî Emerîkî bi 1200 Lîreyê Sûriyeyê bû. Lê heta dawiya hefteyê dolarek bû 1500 Lîreyê Sûriyeyê.

QANÛNA CAESAR

"Qanûna Parastina Sivîl a Sûriyeyê ya Caesar" ku 18'ê Kanûnê li Senatorya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) hate qebûlkirin û 21'ê Kanûnê ji aliyê Serokê DYE'yê Donald Trûmp ve hate pejirandin, meha Hezîranê dikeve meriyetê.

Ekonomîst Çeleng Omer mijara; bandora qanûnê li aboriya Sûriyeyê û ji bo Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê rê û rêbazên xweparastina ji krîzê, ji ANF'ê re nirxand.

'PÊKANÎN NÛ NÎNIN, LÊ BELÊ HÎN BÊHTIR TUND IN'

Celeng Omer diyar kir, pêkanînên malî yên DYE'yê yên li ser Sûriyeyê nû nînin û bi bîr xist, ku ji sala 1979'an û vir ve dewam dike. Çeleng Omer got, "Cudahiya di vir de ew e, ku berê pêkanîn tenê ji bo welatî û saziyên DYE'yê derbas dibû. Pêkanînên niha, her kes û saziyên ne DYE'yî jî didin ber xwe."

Omer anî ziman ku pêkanîn wê bandoreke giran li aboriya Sûriyeyê bike û qanûna Caesar weke "pêla duyemîn a hişk û bêhtir tund" a pêkanînên li ser Sûriyeyê nirxand ku sala 2011'an dest pê kiribûn.

ÇIMA NIHA?

Li ser sedema bicihanîna pêkanîna ya di vê demê de Çeleng Omer ev şîrove kir: "Rejîma Sûriyeyê ji sala 2016'an û vir ve bi piştgiriya Rûsya û Îranê beşeke mezin a welêt kontrola kiriye. Ev yek jî tê wê wateyê ku şer wê bi van pêkanînan veguhere reng û rêbazeke cuda. DYE bi rêya vê qanûnê bendekî datîne pêşiya Rûsya û Îranê ku ji serketinên xwe yên leşkerî serketineke malî bi dest nexin."

'RÛSYA, ÎRAN Û ÇÎN DIBIN HEDEF'

Çeleng Omer got, "Mirov vê qanûnê weke encameke rageşiya DYE û Rûsyayê ya li ser sûdwergirtina ji aboriya Sûriyeyê dikarin binirxînin" û destnîşan kir, ku Sûriye di hedefê de xuya bike jî hedefa neyekser Rûsya ye. Omer Çeleng got, "Bêguman asta bazirganiyê ya DYE'yê bi Sûriyeyê re gelekî kêm be. Hema bêjin ku qet nîne. Di vir de hevalbendên rejîmê, mîna Îran, Çîn û Hîzbûllah bûne hedef. Ji ber ku rêjeya bazirganiya ku ev welatên navborî bi Sûriyeyê re dikin gelekî zêde ye."

'80 JI SEDÎ YÊ GEL DI BIN SÎNORÊ XIZANIYÊ DE YE'

Çeleng Omer bi bîr xist ku di nava şer de aboriya Sûriyeyê ji xwe têk çû, 80 ji sedî yê gel di bin sînorê xizaniyê de ye û got, li rojavayê Sûriyeyê li Lubnanê krîza aborî heye, li rojhilatê Sûriyeyê li Iraqê krîza siyasî heye û tê xwestin ku Sûriyeyê hîn bêhtir bê dorpêçkirin.

'LÎREYÊ SÛRIYEYÊ WÊ HÎN BÊHTIR BÊQÎMET BIBE'

Têkildarî bandora qanûnê li ser Lîreyê Sûriyeyê Çeleng Omer got, "Qanûna Caesar beriya ku bê pejirandin, dolarek bi 700 Lîreyê Sûriyeyê bû. Lê belê piştî ku qanûn hate pejirandin qîmetê dolar zêde bû, bi rêjeya sed ji sedî zêde bû. Piştî ku qanûn kete meriyetê wê qîmetê Lîreyê Sûriyeyê gelekî kêm bibe."

'WÊ BANDORA HERÎ GIRAN LI GEL BIKE'

Çeleng Omer diyar kir ku hikumeta Sûriyeyê wê zor û zehmetiyeke mezin bikişîne, qanûn wê bandora herî giran li gel bike û got, "Di destê rejîma Sûriyeyê de li dijî vê yekê çavkaniyeke xurt nîne. Rejîm ji aliyê peydakirina çavkaniyên bingehîn ên jiyanê ve jî zor û zehmetiyan dikişîne. Ji xwe li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî li Sûriyeyê zêdeyî 8 milyon mirov di sînorê birçîbûnê de ne. Ev yek wê bandora herî giran li gel bike."

'REJÎM WÊ LI HEMBERÎ VÊ LI BER XWE BIDE'

Têkildarî bendewariyên hilweşîna rejîmê li pêşberî qanûna Caesar, Çeleng Omer got, "Belê ev qanûn wê bandorê li rejîmê bike, lê belê ev nayê wê wateyê ku wê yekser hilweşe. Ji ber ku mînakên Iraq, Îran, Kuba, Venezûela û gelek mînakên bi vî rengî hene. Pêkanînên DYE'yê bi salan e dewam dikin, lê belê ew rejîm yekser hilneweşiyan. Rejîm jî wê li dijî vê yekê li ber xwe bide."

'QANÛN WÊ BANDOREKE NEYÎNÎ LI HERÊMA ME JÎ BIKE'

Çeleng Omer destnîşan kir ku qanûn wê bandoreke neyînî li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê jî bike û got, "Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê jî parçeyek ji Sûriyeyê ye. Lewma qanûn wê bandorê li aboriyê Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê jî bike. Ji xwe em jî Lîreyê Sûriyeyê bi kar tînin û parçeyek ji Sûriyeyê ne."

'DIVÊ BAKUR-ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ TEVDÎRÊN XWE BIGIRE'

Çeleng Omer got, "Hin çavkaniyên xurt ên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê hene. Mesela enerjî, qadên ji çandiniyê re guncav in, çavkaniyên avê... Li dijî birçîbûnê hin tevdîr divê bên girtin. Lê belê ev hemû divê baş bên bikaranîn" û wiha dewam kir: "Tevî vê yekê jî sîstemeke xurt heye ku bi salan e li dijî êrişên leşkerî, siyasî û aborî li ber xwe dide. Lê belê dîsa jî divê li qada navneteweyî bikeve nava hin hewldanan. Ev yek dikare hewldanên dîplomatîk bin, dikare bi kargehên di asta biçûk û navîn de mezin bin. Bi rêxistinkirina van re dikare bandora pêkanînan kêm bike."