Malbatên şehîdan êrîşên li dijî goran protesto kirin

Meclîsa Malbatên Şehîdan êrîşên hov ên dewleta Tirk a li dijî gorên gerîlayên şehîd protesto kirin.

Meclîsa Malbatên Şehîdan ên li Dêrik û Qamişloyê êrîşên hov ên dewleta Tirk a li dijî gorên gerîlayên şehîd protesto kirin. Meclîsa Malbatên Şehîdan nerazîbûn nîşanî bêdengiya raya giştî ya navneteweyî dan.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku AKP kirinên dermirovahiyê dike û hate gotin “AKP li Bakurê Kurdistanê, Efrîn û li hemû axa me rûyê xwe yê hov nîşan dide. Divê sazî û dezgehên navneteweyî û rêxistinên demokratîk li dijî van êrîşên dewleta Tirk bêdeng nemînin.”