Dewleta Tirk leşkeran sewqî Idlibê dike

Dewleta Tirk a dagirker ji saetên sibê ve leşkerên nû sewqî Idlibê dike. Di nava 3 mehan de derdorî 10 hezar leşkerên Tirk li herêmê hatine bicihkirin.

Konvoya leşkerên Tirk ji saetên sibê ve li ser Deriyê Sînor ê Kefer Losîn ê Îskenderûnê re derbasî Idlibê dibe.

Hate ragihandin ku konvoy ber bi nuqteyên çavdêriyê yên dewleta Tirk ku li Sûriyeyê avakiribûn ve ketine rê.

Dewleta Tirk a dagirker di dema şewba koronayê de ji bo Idlibê 6 hezar û 600 wesayîtên zirxî û derdorî 10 hezar û 300 leşker sewqî Idlibê kirine.

Mala Çavdêriyê a Mafê Mirovan (SOHR) jî ragihandibû ku ji 2’yê Sibata 2020’ê û vir ve 6 hezar û 465 wesayîtên zirx û 10 hezar û 300 leşkerên Tirk sewqî Idlib û Helebê hatine kirin.