ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li Serêkaniyê wesayita bombebarkirî teqiya
Li gundekî Serêkaniyê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, wesayiteke bombebarkirî ya çeteyan di dema amadekirinê de bi çeteyan teqiya. -
Kongreya Star a Efrînê êrîşa li ser wargeha Mexmûrê şermezar kir
Kongreya Star a herêma Efrînê êrîşa li ser kampa Ş. Rustem Cudî (Mexmûr) şermezar kir û bang li saziyên navneteweyî kir ku dawî li bêdengiya xwe bînin. -
Dagirkeran gundên Eyn Îsayê topbaran dikin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wan gundên Eyn Îsayê topbaran dikin. -
HRE'yê çalakiya sabotajê kir: 2 çete hatin kuştin
Şervanên Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li Şêrawayê li dijî dagirkeran çalakiyeke sabotajê kirin. Di encamê de 2 çete hatin kuştin. -
Mismarî: Yên şandine Lîbyayê qurbanên siyaseta Erdogan in
Berdevkê Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê Ehmed El Mismarî diyar kir, Kurd û gelê Lîbyayê "Li dijî terorê û dagirkeriyê di heman çeperê de têdikoşin" û "şervanênRoj" ên ji Lîbyayê re hatine şandin weke "Qurbanê siyaseta Erdogan" pênase kir. -
Enternasyonalîstên li Rojava piştgirî dan gelan
Şervan û şoreşgerên entenrasyonalîst ên ku li Rojava li cem gelê Kurd cih digirin, ji bo gelên Ewropayê peyama piştgiriyê dan ku li dijî vîrûsa koronayê li ber xwe didin. -
Li Til Rifat aliyek topbaran aliyek metirsiya vîrûsa Korona
Xelkê Efrînê yên ji ber êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk û çeteyên wê koçber bûne li Til Rifat di bin bomberdûman û şewba vîrûsa Koronayê de mane. -
HRE’yê li Şêrawa û Babê li dagirkeran da
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) diyar kir ku wan li Şêrawa û Babê li hêzên dagirker dane, herî kêm çeteyek hatiye kuştin û 5 çete jî birîndar bûne. -
ANL: Çi karê Kurdan li Lîbyayê heye em fêhm nakin
Navenda Çapemeniyê ya Artêşa Netewî ya Libyayê (ANL) diyar kir, ku çekdarên 'Roj' ên li Libyayê di nav 'Gurên Boz' de ne, ku ev bi ser îstîxbarata Tirk ve ne. Navendê got, "Kurd çawa û çima di nav vê avaniyê de em fêhm nakin, em şaş û metel mane.’’ -
‘Wê YPG û YPJ Serêkaniyê ji dagirkeran paqij bikin’
Necah û Fahrettîn Mihemed ên ku ji ber hovîtiya dewleta Tirk a dagirker koç kirine Kampa Waşokanî got ku “Wê YPG û YPJ Serêkaniyê ji dagirkeran paqij bikin.” -
Şervanên enternasyonalîst rewşa welatên xwe bi baldarî dişopînin
Şervanên Tabûra Azadiyê ya Enternasyonalîstên li Rojava hem karê xwe yê li vir didomînin hem jî rewşa welatên xwe yên di nava lepên şewbê de ne dişopînin. -
Li Idlibê di navbera birayên TC û El Nûsra de rageşî
Di dema dewriyeya hevbeş a di navbera artêşa Tirk û Rûsyayê ya li ser Rêya M4’ê de, di navbera hêzên Tirk û endamên El Nûsrayê de alozî derket. Li ser nakokiyên herdu aliyan dewriye pêk nehat. -
PYD: Pêwîste tavilê hevdîtin bi Ocalan re bê kirin
PYD'ê bal kişand ser gefa vîrûsa koronayê û diyar kir, "Pêwîste tavilê malbat û parêzer bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin." -
Dagirkerên dewleta Tirk li Girê Spî sivîlek kuşt
Çeteyên artêşa Tirk a dagirker şêniyê bi navê Salih Şiblî ji gundê Hiwêca yê girêdayî Girê Spî kuşt. -
TEV-DEM: Rewşa Ocalan û girtiyan cihê fikaran e
TEV-DEM'ê ragihand, ku ji ber pandemiyê rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî cihê fikaran e û bang li saziyên navneteweyî kir. -
HRE'yê li Efrînê li dagirkeran da: 3 leşkerên Tirk hatin kuştin
Hêzên Rzigariya Efrînê li navçeya Şêrawa ya Efrînê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî li dar xist. Di çalakiyan de 3 leşker hatin kuştin. -
HRE’yê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir
HRE’yê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir yên ku di çalakiyên li dijî êrîşên dagirkerên dewleta Tirk a li ser navçeya Şêrewa de şehîd ketine. -
Efrîniyên koçber tevî mercên zehmet jî xwe ji vîrûsê diparêzin
Gelê Efrînê yên li Kampên Şehabyê li ber xwe didin, li gorî derfetên heyî xwe ji Şewba Koronayê diparêzin. -
Dr. Nebo: Em di nav bêderfêtiyan de xwe biparêzin
Li herêma Şehba û Şerawa li ser sed hezaran mirov talokeya vîrûsa koronayê heye. Ji Heyva Sor a Kurdan Dr. Hesen Nebo got ew di nav bêderfêtiyan hewl didin ku xwe biparêzin. -
Artêşa Tirk a dagirker li Bilbilê dîwarên betonî datîne
Dewleta Tirk a dagirker li Efrînê guherandina demografiyê didomîne. -
Dagirkeran êrîşî gundê Efrînê kirin
Dewlata Tirk a dagirker û çeteyên wan navçeyên Şera û Şêrawa yên Efrînê û gundên girêdayî şehbayê topbaran dike. -
Gundekî Şehbayê kete karantînayê
Hate ragihandin, gundekî li herêma Şehbayê bi gumana vîrûsa koronayê ketiye karantînayê. -
Dagirker êrişên xwe didomînin
Dewleta Tirk a dagirker bi rengekî bênavber êrişê dibin ser gundên Efrînê. -
Jinên ji Dêra Zorê berê xwe didin nava refên YPJ'ê
Di salvegera 1'emîn a têkbirina DAÎŞ'ê de jinên Ereb ên ji herêma Dêra Zorê berê xwe didin nava refên têkoşînê. 5 jin ên ciwan ên Ereb ji navçeyên cuda yên Dêra Zorê tevlî nava refên YPJ'ê bûn. -
YPG'ê 7 cangoriyên sala 2016'an bi rêzdarî bi bîr anî
YPG'ê nasnameya 7 şervanên xwe yên sala 2016'an li Minbicê şehîd bûn eşkere kir û diyar kir, "Di şexsê 7 hevrêyên xwe de em lehengên ku di şoreşa Rojava de şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr tînin û sersaxiyê ji malbatên wan ên hêja û gelê xwe re dixwazin."