Qanûna Caesar beriya ku bikeve meriyetê bandor li bazara Sûriyeyê kir

Qanûna Caesar ku pêkanînên DYE'yê li Sûriyeyê ferz dike, hîn neketiye meriyetê, lê belê ji niha ve bandor li bazara Sûriyeyê kiriye. Qîmetê lîreyê Sûriyeyê li pêşberî dolar gelekî dikeve.

Qanûna Caesar a Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ku pêkanînan li ser alîgirên rejîmê ferz dike, beriya ku bikeve meriyetê ji niha ve tîna xwe li bazarê kir.

Lîreyê Sûriyeyê rojên dawî li pêşberî dolar gelekî bêqîmet dibe. Lîreyê Sûriyeyê ku di mehên dawî yên sala 2019'an de di asta 100 ji sedî li pêşberî dolar bêqîmet bû, rojên dawî jî bêhtir bêqîmet dibe.

Hefteya derbasbûyî dolarekî Emerîkî bi 1200 lîreyê Sûriyeyê bû, lê di nava çend rojen dawî de gihîşt 1400 lîreyî.

DI MEHA HEZÎRANÊ DE PÊLEKE MEZIN LI BAZARÊ TÊ PAYIN

Ekonomîst dibêjin, daketina qîmetê lîreyê Sûriyeyê wê heta meha Hezîranê dema bicihanîna qanûna Caesar bidome û qîmetê lîreyê Sûriyeyê herî zêde di meha Hezîranê de kêm bibe, dema ku qanûn kete meriyetê.

"Qanûna Parastina Sivîl a Sûriyeyê ya Caesar" ku 18'ê Kanûnê li Senatoya DYE'yê hate qebûlkirin, di 21'ê Kanûnê de jî ji aliyê Serokê DYE'yê Donald Trûmp ve hatibû pejirandin. Hatibû ragihandin ku qanûna hatiye pejirandin wê di nava 6 mehan de bikeve meriyetê.

JEFFREY SÎNYALA WÊ DABÛ

Nûnerê Taybet ê DYE'yê yê ji bo Sûriyeyê James Jeffrey çend roj berê bi daxuyaniyekê ragihand ku DYE wê pêkanînan bixe dewrê û Yekîtiya Ewropa jî piştgiriya pêkanînan dike.

QANÛNA CAESAR KÎJAN PÊKANÎNAN FERZ DIKE?

Bi giştî qanûna Caesar van pêkanînan dide ber xwe:

-Pêkanînên li ser wan kes û saziyan ku fonê didin Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad, wezîr, parlamenter û qedemeyên din ên rejîmê û alîkariyê bi wan re dikin.

-Pêkanînên li ser Hîzbûlhê û şîrketên têkilî wan.

-Di serî de jêresazî, sektora enerjiyê û nûjenkirina leşkerî, pêkanînê tîne ser navendên hilberînê yên Sûriyê.

-Sinyalên ku pêkanînê li Rûsya û Îranê bike, ku destekê didine rejîma Sûriyê.

-Pêkanîna li ser benqeyên ku pereyên derveyî kontrolê yên Benqeya Navendî ya Sûriyê dişolifîne.

-Rawestandina ristemalê kesên biyan ku fonê didin rejîmê.

-Pêkanîna li ser wan kesan ku parçeyên zêdek dide Rêya Hewayî ya Sûriyê û nûjen dike, her wiha ên ku di nav projeya ji nû ve sazkirinê ya hikûmeta Sûriyê de cih digirin û destekê didine sektora ernerjiyê, ev yasa pêkirinê li ser wan jî dike.

-Destekê dide saziyên ku li sûcên şer dikole û wan bi belge dike.

-Astengkirina projeyên ji nû ve sazkirina li qadên bi kontrola rejîma Sûriyê jî dide ber xwe.

Tê payin ev qanûn Hezîranê bi cih were. Lê ev qanûn hê nehatî bi cih anîn lîreyê Sûriyeyê li bara dolaran pir ji qîmet dikeve.

QÎMETA LÎREYÊ SÛRIYEYÊ LI HEMBERÎ DOLAR KÊM BÛ

Di sala 2011’an de dema ku şerê navxweyî yê Sûriyeyê dest pê kir, dolarekî Emerîkayê 47 lîreyê Sûriyeyê bû. Îro dolarekî Emerîkayê 1400 lîreyê Sûriyeyê derbas kiriye.

Di 9 salên borî de dema qanûna Caesar a ku pêkanînên malî yên mezin ne di meriyetê de bû lê îroj li gorî texmînan wê qîmeta lîreyê Sûriyeyê kêmtir bibe.

Di salên şer de qîmeta lîreyê Sûriyeyê ya li hemberî dolarê Emerîkayê wisa ye;

2011: Dolarekî Emerîkayê = 47 Lîreyê Sûriyeyê

2012: Dolarekî Emerîkayê = 70 Lîreyê Sûriyeyê

2013: Dolarekî Emerîkayê = 300 Lîreyê Sûriyeyê

2014: Dolarekî Emerîkayê = 440 Lîreyê Sûriyeyê

2015: Dolarekî Emerîkayê = 590 Lîreyê Sûriyeyê

2016: Dolarekî Emerîkayê = 600 Lîreyê Sûriyeyê

2017: Dolarekî Emerîkayê = 470 Lîreyê Sûriyeyê

2018: Dolarekî Emerîkayê = 460 Lîreyê Sûriyeyê

2019: Dolarekî Emerîkayê = 1000 Lîreyê Sûriyeyê

2020 (heta niha): Dolarekî Emerîkayê = 1400 Lîreyê Sûriyeyê.

WÊ GEL PERÎŞAN BIBE

Li Sûriyeyê ya ji xeynî şer di warê ekonomîk de jî şerpeze bûye, li gorî rewşa dawîn wê herî zêde gel perîşan bibe.

Ji ber şer hilberîna li welat kêm bûye û pêdiviyên sereke jî ji derve tên kirîn.

Ekonomîst diyar dikin ku bi pêkanîna qanûna Caesar re wê qîmeta lîreyê Sûriyeyê kêmtir bibe û wê ev tişt rê li ber bidestnexistina pêdiviyên ji bo jiyanê û rê li ber koç û şîddetê veke.