Şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn hatin veşartin

Şêniyên herêma Efrînê cenazeyên şehîdên endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Elî Mihemed Îbiş û Gênco Mihemed Şebabo veşartin.

Endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Elî Mihemed Îbiş û Gênco Mihemed Şebabo dema li kantona Şehbayê li ser erka xwe bûn, şehîd bûbûn.

Cenazeyên her du şehîdan ji aliyê şêniyan ve ji Nexweşxanaya Avrîn a li navçeya Fafînê hatin wergirtin û bi dirûşmên silavkirina şehîdan û silavkirina Berxwedana Rûmetê ber bi goristana şehîdan ve ketin rê.

Li goristanê merasîmê bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Xelîl Ehmed axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest. Xelîl Ehmed soza şopandina rêya şehîdan heta rizgarkirina axê û serkeftinê da.

Di dawî de nasnameya şehîdan hatin xwendin û radestî malbata wan hatin kirin.

Cenazeyên şehîdan di nava tilîlî û dirûşman de hatin veşartin.