Dewleta Tirk bombeyan li sivîlan dibarîne

Dewleta Tirk a dagirker li gundên Girê Spî û Eyn Îsayê êriş bir ser sivîlan. Ji ber êrişê xisar li mal û zeviyên genim ên gundiyan bû.

Di vê pêvajoyê de ku cîhan li dijî şewba vîrûsa koronayê têdikoşe, dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li ser Bakur Rojhilatê Sûriyeyê dewam dike.

Li gundên ser bi Girê Spî û Eyn Îsayê bi taybetî êrişê dibin ser sivîlan. Ji ber êrişên dagirkeriyê xisar li mal û zeviyên genim ên gundiyan bû.

'EM BI TIRS LI MALÊN XWE NE'

Dewleta Tirk êvara 4'ê Gulanê bi obusan bombe li gundê Zennûbiya yê Girê Spî barand. Zeviyên genim û ceh ên gundiyan ji ber êrişê zerar dîtin.

Şêniyên gundê Zennûbiyayê diyar kirin ku ji ber êrişên dewleta Tirk ên bi hawan û obusan ew timî bi tirs li malê xwe ne.

Mihemed Ehmed ku zeviyên wî yên genim zerar ji êrişê dît wiha got: "Dewleta Tirk timî bombeyan li gundê me dibarîne. Em sivîl in li vî gundî. Li gund gelek malbat hene. Timî êriş dikin û xisar li zeviyên me, malên me dibin. Hûn rewşa me dibînin, rewşa gund li holê ye."

Fatima Ehmed jî destnîşan kir ku ew nizanin bê dewleta Tirk çi ji wan dixwaze û got, "Her ku êriş bû em nizanin çi bikin. Obus li nava gund dikeve. Li malan dikevin. Ez ji tirsa direvim mala cîranên xwe. Di vê meha Remezanê de jî hîn êriş dikin. Nahêlin ku em li mala xwe jî bi rehetî tevbigerin."