QSD'ê nasnameya 4 şervanên xwe yên li Eyn Îsa şehîd ketibûn eşker kirin

QSD’ê nasnameya 4 şervanên ku 30’ê Nîsanê di berxwedana li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundên Eyn Îsa yên herêma Firatê de şehîd bûbûn, eşkere kirin.

Navenda Ragihandin û Çepemeniyê ya QSD’ê  bi daxuyaniyeke nivîskî nasanameya 4 şervanên ku di berxwedana li gundên Eyn Îsa ya li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de şehîd bûbûn, eşkere kirin.

QSD’ê li ser mijarê ev agahî parve kir:

"Artêşa Tirk a dagirker û komên terorîst ên girêdayî wê rojane êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin, di êrişên xwe de tevahî cureyên çekên giran bi kar tînin, da ku valahiyekê di nava hêzên me de çêkin, yekser malên sivîlan hedef digirin û agirbestê bin pê dikin.

Di encama bersivdana şervanên me ya êrişa ku çeteyan li dijî gundewarên Eyn Îsayê pêk aniye de 4 hevrêyên me li rojhilatê gundewarên Eyn Îsayê gihaştin asta şehadetê.

Em wek QSD’ê soza didin şehîd û malbatên wan dê li ser rêça wan heta rizgarkirina tevahî xakên dagirkirî û têkbirina terorê bimeşin.

Nasnameyên şehîdan wiha ne:

Navê Tevgerî: Dêrsim Aram

Nav û paşnav: Mehsa Ehmedî

Navê dayikê: Şerafet

Navê bav: Husên

Cih û dîroka şehadetê: Eyn Îsa, 30’ê Nîsana 2020’an

***

Navê Tevgerî: Haron Amed

Nav û paşnav: Haron Ayçetîn

Navê dayikê: Emîne

Navê bav: Abdurehman

Cih û dîroka şehadetê: Eyn Îsa, 30’ê Nîsana 2020’an

***

Navê Tevgerî: Kendal Koçer

Nav û paşnav: Mesûm Ogirler

Navê dayikê: Fatme

Navê bav: Qutbettîn

Cih û dîroka şehadetê: Eyn Îsa, 30’ê Nîsana 2020’an

***

Navê Tevgerî: Mordem Colemêrg

Nav û paşnav: Mihemed Rislan

Navê dayikê: Fatme

Navê bav: Ednan

Cih û dîroka şehadetê: Eyn Îsa, 30’ê Nîsana 2020’an”