Gabrîel: Rewşa li Girtîgeha Hesekê di bin kontrola me de ye
Berdevkê QSD’ê Kîno Gabrîel diyar kir ku wan li Girtîgeha Hesekê pêşiya reva çeteyên DAÎŞ’ê girtine û rewşa li girtîgehê di bin kontrola wan de ye.
Berdevkê QSD’ê Kîno Gabrîel diyar kir ku wan li Girtîgeha Hesekê pêşiya reva çeteyên DAÎŞ’ê girtine û rewşa li girtîgehê di bin kontrola wan de ye.
Berdevkê QSD’ê Kîno Gabrîel diyar kir ku wan li Girtîgeha Hesekê pêşiya reva 5 hezar çeteyên DAÎŞ’ê girtine.
Gabrîel derbarê vê bûyerê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:
“Duh bi şev di mezintirîn girtîgehên endamên çeteyên DAIŞ`ê li parêzgeha Hesekê îsyanek berfireh ji hêla çeteyên girtî ve çêbû. Çeteyan deriyên qawîş û korîdoran rakirin û girtîgeh bi temamî kete bin kontrola wan. Ji ber wê Hêzên Taybet û ANTÎ-Teror mudexele kirin.
Piştî îsyana ku rojek tam dirêj kiribû, danûstandinên hevpar di navbera nûnerên hêzên me û hêzên Koalîsyonê de ji aliyekê ve û endamên çeteyên girtî ji aliyekî din ve pêk hatin.
Em bawer dikin ku Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya têkoşîna li dijî DAIŞ`ê di warê dîtina çareseriyekê ji dosyaya çeteyên DAIŞ`ê yên girtî de berpirsyariyên wan hebin. Desteka pêwîst ji bo girtina tedbîrên ewlehî mezintir û pêşxistina rewşa girtiyan pêşkêş bike."