'Bi berxwedanê em ê bi misogerî vegerin Efrînê'

Meclîsa Kantona Efrînê diyar kir ew ê tim li ber xwe bidin û bang li saziyên navneteweyî kir ku li bara rûdanên li Efrînê bihistyar bin.

Meclîsa Kantona Efrînê li kampa Vegerê ya Navçeya Şêrewa ji bo şermezarkirina kiryarên ku li Efrînê tên kriin daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ji bo ku ew li Efrînê vegerin ew ê tim li ber xwe bidin û bang li saziyên navneteweyî hate kirin ku li bara rûdanên li Efrînê bihistyar bin.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku li gel banga Neteweyên Yekbûyî ya ji bo rawestandina şer a di vê dema şewba Covîd-19 de dewleta Tirk êrişên xwe yên li dijî gelê Kurd didomîne.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Rojane gefan li gelê Efrînê dixwe, ku bi rewşa penabertiyê li Şehabayê dijîn. Her kêlî gundewarên Şehbayê bombebaran dike û ev bombekirinên dewleta Tirk dibe sedema komkujiyan."

Bi berdewamî hate gotini "Li dijî gelê Efrînê yê ku li Efrînê mane jî dewleta Tirk û çeteyên wê terorê dikin, pereyên gel didizin, sivîlan direvînin, êşkenceyê li gel dikin, mal û milkê gel tê talankirin."

Hate diyarkirin ku berhemên dîrokî jî têne talankirin, li Nebî Horî, Eyndara, Til Cindirêsê bi demografiyê dilzînin, ziman û çanda Tirkî li ser gel ferz idkin, dînê Îslamê bi zorê li Êzîdiyên Efrînê tê ferzkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em weke meclisa gelê Efrînê ku çawa me li Efrînê bê navber li ber xwe dan em ê heya kêliya dawî ji bo vegera Efrînê li ber xwe bidin, rizgar bikin û vegera Efrînê misoger bikin."

Herî dawî hate gotin ew ê bi berxwedana xwe misoger bikin ku vegerin Efrînê.