Li Reqayê di goreke komî de 51 cenaze hate derxistin
Di goreke komî ya li herêma Til Zedan a dikeve rojhilatê Reqayê de 51 cenaze hate derxistin. Tê texmînkirin ku li vê gora komî bi kêmanî 200 cenaze hebe.
Di goreke komî ya li herêma Til Zedan a dikeve rojhilatê Reqayê de 51 cenaze hate derxistin. Tê texmînkirin ku li vê gora komî bi kêmanî 200 cenaze hebe.
Têkildarî gora komî ya li Til Zêdan e ku li gundewarê rojhilatê Reqayê de ku dikeve navbera gundên Reqa El-Semra û Hemrat, Rêveberê Tîma Destwerdanên Destpêkê Yasir Xemîs ragihand ku di gora komî de zêdetirî 200 cenaze hene.
Xebata li gora komî ne wek gorên din e, ji ber gorên din cenaze li ser cenaze hatibûn veşartin lê ya Til Zêdanê goreke komî ye û çeteyên DAÎŞ`ê cenaze li ser hev kom kiribûn û binax kiribûn.
Yasir Xemîs got cenaze li ser hev hatine veşartin û ji ber hestiyên cenazeyan ketine nav hev, xebata wan dereng dimîne. Xemîs diyar kir ku temenê cenazeyan di navbera 25 heta 35 saliyê de ye û piraniya wan ji ber qetilkirinên meydanî yên ku çeteyên DAÎŞ`ê li dijî sivîlan pêk anîne.
Têkildarî xebata li gora komî Yasir Xemîs diyar kir ku ew bi baldarî li gora Til Zêdan kar dikin û rojane derdora 3 cenazeyan derdixin û teşxîsa hestiyan dikin.