Êrîşa li dijî ‘Mala Rêbertî’ hate protestokirin

Êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li dijî ‘Mala Rêbertî’ hate protestokirin.

Li gundê Elpelûrê ya nêzî kantona Kobanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê balefireke keşfê ya dewleta Tirk a dagirker li malekê dabû ya ku demekê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li vê malê mabû.

PYD’ê bi daxuyaniyekê êrîş şermezar kir.

Endamê PYD’ê Ahmet Şêxo daxuyanî xwend û got “40 sal berê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li vê malê mabû. Ev ne êrîşa pêşîn e ya ku li dijî nirxên me yên manewî tê kirin. Ev êrîşên li dijî rêveberiyên xweser ne qanûnî ne. Çawa ku li dijî Qereçox, Helincê û Şehbayê qetlîam hene, a niha li qadên Eyn Îsa, Şehba û Tiltemirê jî êrîş hene. Êrîşa li ser vê malê çareseriya doza Kurdan dijwar dike.

Di heman demê de êrişî goristanên me yên şehîdan jî hate kirin. Ev êrîşên li dijî qadên me yên dîrokî û manewî li dijî nirxên gel in. Bi van êrîşan re komploya 15’ê Sibatê her roj dubare dike. Bi tecrîd û êşkenceyê wê nikaribin îradeya Rêbertiya me bişkînin. Em PYD vê êrîşê şermezar dikin.”