Necah Hisên: Ji bo Rêber Apo em ê dengê xwe bilindtir bikin

Endama Rêveberiya Meclîsa Jinên Şehbayê Necah Hisên diyar kir, jinên Şehbayê piştî ku fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nas kirine, têkoşîna xwe geştir kirine.

Endama Rêveberiya Meclîsa Jinên Şehbayê Necah Hisên di destpêka axaftina xwe de qala bandoriyên neyînî yên li ser civakê kir û got “Di destpêka krîza Sûriyeyê de hin mijarên neyînî hene ku bandoreke mezin li civakê kirine. Beriya her tiştî bandora xwe di warê civakî û zanistî kir, ji ber ku di wê pêvajoyê de nezanî di nav civakê de gelekî zêde bû. Ji ber êrîşên çeteyên Cephet El Nûsra paşveçûnek jî çêbû.”

Necah qala naskirina fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got “Piştî ku me fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nas kir, me rêya rizgariyê dît. Me dît ku hemû civak di şertên wekhev de dikare bijî. Bi rêya vê fikirê me azadiya jinan nas kir û dest bi têkoşîna xwe kir. Em jin di vî warî de îradeyeke me ya mezin çêbû da ku em li hemberî van astengiyan bisekinin. Li hemberî şerê taybet û pirsgirêkan me karî em rêyên çareserkirinê bibînin.”

Necah di dawiya axaftina xwe de ji ber tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang li dewletên berpirsyar kir û got “Em jinên Şehbayê me bi saya fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêya rizgarkiyê nas kir. Niha li ser Rêber Ocalan tecrîdeke giran heye û ev tecrîd li dijî qanûnên gerdûnî û mafên mirovan e. Em bang li hemû dewletên berpirsyar dikin ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Ocalan bila hewl bidin. Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Ocalan, em jinên li Şehbayê em ê dengê xwe bilindtir bikin.”