Dagirkeran goristana Êzidiyan a li Efrînê talan kir

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundê Qestel Cindo yê Şerayê, Goristana Şêx Hemîd a Êzidiyan talan kir, darên li derdora goristanê birîn.

Çavkaniyên ji navçeya Şerayê ragihand ku artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê Goristana Şêx Hemîd a Êzidiyan a li gundê Qestel Cindo talan kir û darên bi temen ên li derdora wê birîn.

Goristana Şêx Hemîd ji bo Kurdên Êzidî cihekî pîroz e ku di şahî û cejnan de serdana wî dikin. Çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi armanca lêgerîna kevnerên dîrokî çend caran goristan hilweşand.

Ev ne cara yekemîn e ku dewleta Tirk û çeteyên wê sûcên xwe li dijî mîraseya çandî ya Êzidiyan pêk tîne. Piştî dagirkirina Kantona Efrînê gelek goristan rûxandin.

Beriya vê jî çeteyên dewleta Tirk mezintirîn mezargeha Êzidiyan a li çiyayê Şêx Berekat a bajarê Derêt Ezê desteser kirin û piştî ku kevneşopên Êzidiyan ji wir derxistin goristan kir navenda çavdêriyê.