Dewleta Tirk a dagirker bombe li 2 gundên Şerayê barand
Dewleta Tirk a dagirker bi tank û obusan bombe li du gundên navçeya Şera ya Efrînê barand.
Dewleta Tirk a dagirker bi tank û obusan bombe li du gundên navçeya Şera ya Efrînê barand.
Hate ragihandin ku li gorî dema herêmî saet di 09:10'an gundên Meranaz û Malikiyê yên navçeya Şerayê bi rengekî giran hatine bombekirin.
Bombardûman bi tank û obusan hate kirin. Li ser êrişê agahiyên berfireh bi dest neket.