QSD'ê li Reqayê 10 çeteyên DAÎŞ'ê girt

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), li Reqayê avêt ser hucreyeke DAÎŞ'ê ku amadekariya êrişê dikir. Di encamê de 10 çete hatin girtin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyeke nivîskî agahiyên têkildarî operasyona li dijî hucreyeke çeteyên DAÎŞ'ê ragihand.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Yekîneyên Antîterorê yên girêdayî hêzên me şaneyeke aktîf a terorîstên DAÎŞ'ê ku ji 10 kesan pêk dihat, li herêma Reqayê ji hev xist û xistin binçavan. Şaneyê plan dikir ku kombûnên welatiyan û saziyên sivîl ên Rêveberiya Sivîl li bajarên Reqa û Tebqa û gelek cihên din di meha Remezanê de bikin armanc. Her wiha plan dikir ku çalakiyên hilweşîner pêk bîne û ewlehî û îstiqrara herêmê ji holê rake û keda Hêzên Ewlekariya Hundirîn di meha pîroz de bi bin bixe.

Yekîneyên Antî Terorê û piştî şopandina tevgera endamên şaneyê destwerdana hejmarek ji hucreyên ku endamên terorîst xwe tê de vedişart, kirin û çek, belge û alavên ragihandinê yên di destê şaneyê de desteser kirin.

Şaneya ku ji hêla serçeteyekî di nava DAÎŞ'ê de dihat birêvebirin, di nava wan de tevî endamên pêkanîna çalakiyan pisporekî teqemeniyan û yek ê peywendiyan jî hebûn."