Yekîneyên Rûs li Şehbayê vegeriyan

Hate ragihandin, yekîneyên Rûs ên ku 13'ê Nîsanê ji nuqteyên xwe yên li Şehbayê vekişiyan, vegeriyane.

Yekîneyên leşkerî yên Rûs 13'ê Nîsanê saet di 09:30'î de nuqteyên xwe yên li Til Rifet, Şerewa û Kiştehareyê vala kiribûn.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, yekîneyên Rûs roja Çarşemê li wan nuqteyan vegeriyane. Ne sedema vekişînê ne jî sedema vegerê nehate eşkerekirin.

Lê belê çavkaniyên xwecihî ragihandibûn ku piştî yekîneyên leşkerî yên Rûs xwe vekişandin, yekîneyên alîgirê Îranê bi çekên giran û malzemeyên lojîstîkî derbasî Şehbayê bûne.