Li Kobanê mala ku Abdullah Ocalan lê mabû hate bombekirin -NÛ BÛ

Li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê, li dijî mala ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê mabû êrişeke hewayî hate kirin.

Mala li gundê Elpelorê yê Kobanê, ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sala 1979'an dema ku ji Bakurê Kurdistanê derbasî Rojava bû lê ma, bû hedefa êrişeke hewayî.

Hate ragihandin ku êriş ji aliyê balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker ve hatiye kirin. Ji ber êrişê xisar li malê bû.

Komîteya Azadî ji Rêbertî re ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev daxuyanî da ANHA'yê: "Em vê êrişa li derveyî mirovahiyê û barbarî şermezar dikin. Eşkere dibe ku dewleta Tirk ji fikrê azad bi rengekî eşkere ditirse. Gelê me û dostên me wê di vê pêvajoyê de xwedî li Rêbertî û nirxên xwe derkevin."