Cenazeyê şehîd Alan Bênê li Şehbayê bi merasîmekê hate veşartin

Alan Bênê ku di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd ket, cenazeyê wî îro li Şehbayê bi merasîmekê hate veşartin.

Cenazeyê Şehîd Alan Bênê ji aliyê endamên sazî û meclîsên li Şehbayê ji Nexweşxaneya Avrînê hate wergirtin.

Merasîm li pêşiya nexweşxaneya Avrînê ya li navçeya Fafînê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir.

Nûnerên Meclîsa Malbatên Şehîdan û Kongreya Star li merasîmê axivîn û destnîşan kirin ku berxwedana Şehîd Alan Bênê ya li dijî dijmin pîroz bû.

Di dawiya merasîmê de wesîqeya Şehîd Alan Bênê ji aliyê endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Şêrîn Hesen ve hate xwendin.

Cenazeyê Alan Bênê piştre birin gundê Bênê yê navçeya Şêrawayê û li gund hate veşartin.