Cenazeyê şehîd Zinar Efrîn, bi merasîmekê li Helebê hate veşartin

Cenazeyê Zinar Efrîn ê ku roja 16’ê Nîsanê li ser rêya Hesekê-Dêrazorê hatî qetilkirin, li Helebê bi merasîmekê hate veşartin.

Zinar Efrîn Şêwirmendê Rêveberiya Xweser ê xeta Rojhilat a herêma Dêrazorê û endamê Partiya Sûriya Pêşerojê bû. Zinar Efrîn di 16’ê Nîsanê de li ser rêya Xurafî ya navbera bajarê Hesekê û Dêrazorê ji aliyên komek çete ve hate qetilkirin.

Bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê cenazeyê şehîd Zinar Efrîn ji pêşiya nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir a taxa Şêxmeqsûdê girt û ber bi goristana Şehîdan a herêma Şiqêf ve birin.

Li goristanê li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan endama meclisê Remziye Salih axivî û sersaxî ji malbata şehîd Zinar re xwest û got: "Terorîst welatiyên azad ên ku xizmeta gelê xwe dikin, dike armanc, mînaka vê yekê şehîdxistina sekretêra Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê şehîd Hevrîn Xelef bû."

Remziye Salih li ser kesayeta şehîd Zinar got, “Şehîd Zinar erka xwe li hemberî gelê xwe yê li Dêrazorê bi cih dianî û ji bo parastina rêgezên xwe yên azadî û demokrasiyê şehîd bû.”

Di dawiyê de Remziye Salih soza berdewamkirina rêya şehîdan da.

Paşê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Bêrîtan Cadan nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê kir.

Cenazeyê şehîd Zinar di nava dirûşmeyan de hate veşartin.