Şermezarkirina êrîşa li ser mala ku Abdullah Ocalan lê mabû didome

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê diyar kir ku êrîşa li ser mala li gundê Elpelûra Kobanê ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 1979’an de lê mabû, tê wateya ku nirxên gel dibe hedef.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê daxuyaniyeke nivîskî bi raya giştî re parve kir û bombebarana dewleta Tirk a li ser mala gundê Elpelûrê yê rojavayê Kobanê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê mabû, şermezar kir.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Peyama dewleta Tirk vê carê tunekirina fikir û felsefeya Rêbertî di kesayeta gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de û bi taybet gelê Kurd e. Bombebarana hovane ya li ser mala ku Rêbertî li gundê Elpelûrê yê Kobanê lê maye, hedefgirtina îradeya gelê Kurd e. Ji ber ku ew mal tiştekî manewî ye ji gelê Kurd re.

Dewleta Tirk a dagirker mala ku Rêbertî tê de maye, kir hedef. Ji ber ku ew dizane ku ew mal tiştekî manewî ji gelê Kurd re ye. Ev êriş nirxên gel û civakên herêmê dike hedef.

Em Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê berxwedan û pabendiya bi fikir û felsefeya Rêbertî ve û şopandina fikirên wî, teqez dikin. Ji ber wê jî çekên dewleta Tirk ên pêşketî û balafirên wê me natirsînin, ji ber ku em di dibistana Rêbertî de fêr bûne.

Em Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê ji cîhanê û tevahî gelên aştîxwaz re soza xwe dubare dikin û em diyar dikin em ê şopdarên rêya fikir û felsefeya rêberê neteweya demokratîk bin. Em ê têkoşîna xwe heta azadiya rêber Abdullah Ocalan xurt bikin."