Cenazeyê şervanê Suryanî li Qamişloyê bi merasîmeke girseyî hate veşartin

Ji bo endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Suryanî Yeqûb Şabo Yeqûb ku ji ber krîza dil şehîd bû, li Qamişloyê merasîmeke girseyî hate lidarxistin.

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Suryanî (Sotoro) Yeqûb Şabo Yeqûb (Aşûr) di sala 2014`an de tev li Hêzên Sotoro bûbû û di 18'ê Nîsanê de dema li ser erka xwe bû di encama krîza dil de şehîd bûbû.

Ji bo şehîd Aşûr li Dêra Mar Qirêqas a Suryanî merasîmek hate lidarxistin.

Piştre endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Sotoro, Partiya Yekitiya Suryanan, malbat û hevalên şehîd Aşûr, cenazeyê wî bi karwanekî birin Goristana Şehîdan (El-Kildan) a li taxa Siyahî li Qamişloyê.

Li goristanê endamê Saziya Malbatên Şehîdan Yeqûb Hena axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina rêya şehîdên azadiyê da.

Her wiha berdevkê Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Sotoro Ekad Hena axivî  û got: "Em soz didin şehîdên xwe, em ê rêya wan bişopînin hetanî ku em mafên xwe yên rewa bi dest dixin."

Piştre wesîqeya şehadetê hate xwendin û radestî malbata şehîd Yeqûb Şabo Yeqûb (Aşûr) hate kirin.