Kongreya Star li pêş ‘Mala Rêbertî’ bang kir: Em ê têkoşînê mezintir bikin

Kongreya Star a li pêşiya mala ku pêvajoyekê Rêberê Gelê Kurd Abdulllah Ocalan lê dima daxuyanî dayî, teqez kir ku wê têkoşînê mezin bikin.

Kongreya Star a Kantona Kobanê, li pêşiya mala ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê dima ya li gundê Elpelûrê "Konê Parastinê" vegirt û teqez kir ku ew ê têkoşînê bidomîne heta tecrîd bi dawî bibe.

Diyar kirin ku çalakî 4 rojan wê berdewam bike. Endamên Kongreya Star wê di nava 24 saetan de nobet bigirin.

Çalakî bi dayîna daxuyaniyekê dest pê kir. Endama Kongreya Star Mîdya Silêman daxuyanî xwend.

Mîdya Silêman êrişa li dijî mala ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê dima şermezar kir û got, “Êrişa li dijî mala Rêbertî hedefgirtina jinan û destkeftiyên şoreşa Rojava ye.”

Her wiha got, “Têkoşîna jinan heta rakirina tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan berdewam e.”

Balafireke bê mirov a dewleta Tirk a dagirker roja Înê di saetên berbanga sibehê de mala ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê dima ya li gundê Elpelûr a rojavayê bajarê Kobanê bombebebaran kiribû.