Êzîdiyên Efrînê cejna Çarşema Sor a îsal li malê pîroz dikin

Êzidiyên Efrînê yên li herêma Şehbayê, ji ber tedbîrên dijî vîrûsa koronayê cejna Çarşema Serê Nîsanê ya îsal li malê pîroz dikin.

Êzidiyên Efrînê yên ku ji ber hovîtiya çeteyên dewleta Tirk neçar mabûn koçî herêma Şehbayê bikin, her sal Çejna Çarşema Sor bi şahiyan pîroz dikirin lê îsal ji ber şewba koronayê her kes li malê cejnê pîroz dike.

Hevserokê Yekîtiya Êzidiyên Efrînê Suad Hiso Çejna Çarşema Sor li hemû gel pîroz kir û li ser wateya Çarşema Sor û amadekariyên wê axivî. Hiso got “Çarşema Sor roja şînbûna erdê ye, li wir jiyanek bellî bû û ew jî roja vejînê ye.”

Suad Hiso li ser wateya Cejna Çarşema Sor got “Çarşema Sor tê wateya ku jiyaneke nû tê afirandin ji ber wê jî jê re dibêjin teqîna mezin. Ew jî ronahiya Xweda ye û çar elementên ku pêwîstiyên mirovahiyê pê hene weke av, ax, ba û agir e, ev her çar elementên herî girîng in li ser rûyê erdê hatine dîtin.”

Suad Hiso li ser boyaxkirina hêkan jî axivî û got “Dema em hekan boyax dikin em wan hêkan li gorî demsalên salê boyax dikin. Hêk demsalan temsîl dikin. Dema ku hêk tên kelandin tê wateya cemidandina erdê, dema ku qalikê wê tê rakirin yanê em qeşayê ji ser erdê radikin. Ji ber vê jî hêk di Çarşema Sor de hêmaneke esasî ye.”

Suad Hiso li ser amadekariyên ji bo Cejna Çarşema Sor jî got “Me komên xwe yê Ezda û Şengal yên çandî û zarok û ciwanê xwe û dawetên xwe yên olî amade kiribûn, lê ji ber rewşa şewba koronayê em îsal li malê Cejna Çarşema Sor pîroz dikin.”