Cenazeyê şervanê Erka Xweparastinê Salim veşartin

Cenazeyê şervanê Erka Xweparastinê Şehîd Ebdulezîz Salim ku dema li navçeya Tirbespiyê li ser erka xwe bû li Hesekê bi merasîmekê veşartin.

Girseya gel cenazeya şehîd Ebdulezîz Salim ji pêşiya Meclîsa Malbatên Şehîdan wergirt û bi karwaneke wesayîtan ber bi Goristana şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyiê ve meşiyan.

Merasîma veşartinê li goristanê bi rêzgirtina şervanên YPG û  YPJ`ê destpê kir. Piştre li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Ezîza Hisên axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: "Ev şehîd şehîdên hezkirin û azadiyê ne,  ji bo parastina welat canê xwe feda kir."

Piştre jî li ser navê hêzên leşkerî Fermandarê Lîwaya Erka Xweparastinê ya Kantona Hesekê Mihemed Dawûd axivî û got: "Ger ne ji berdêlên şehîdan bûya, ev  destkeftiyên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hatine, bi dest nediketin, ji lewre divê em parastina rêgez û nirxên ku ji bo wan gihaştine asta şehadetê bikin."

Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed nasnameya şehad xwend û radestî malbatê kir.

Cenazeyê Şehîd Ebdulezîz Salim bi tilîliyên dayikan û diruşmên silavkirina şehîdan hate veşartin.