Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji ber sekinandina dil şehîd bû
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku li Amûdê endamekî wan ji ber ku dilê wî sekiniye şehîd bûye.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku li Amûdê endamekî wan ji ber ku dilê wî sekiniye şehîd bûye.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê nasnameya endamekî asayîşa Amûdê, Ferhad Dawûd ragihand.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Ferhad Dawûd 29'ê Gulanê roja Şemiyê ji ber ku dilê wî sekiniye, şehîd bûye.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn sersaxî ji malbata şehîd Ferhad re xwest û soz da ku dê rêya şehîd bidomînin.
Nasnameya şehîd wiha ye:
Nav: Ferhad Dewûd
Navê bav: Seûd
Navê dayikê: Turfe
Cih û dîroka tevlêbûnê: Amûdê 22.01.2018
Cih û dîroka şehadetê: Amûdê 29.05.2021