Civaka Êzidî li dijî guherîna demografîk a li Efrînê meşiyan
Li hemberî guherîna demografîk a li Efrînê bi sedan Êzidiyên Efrînê meşiyan.
Li hemberî guherîna demografîk a li Efrînê bi sedan Êzidiyên Efrînê meşiyan.
Yekitiya Êzidiyan a Kantona Efrînê ji bo şermezarkirina siyaseta guhertina demografiyê ya ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê pêk tîne meşek li dar xist. Di meşê de bang li rêxistinên mafên mirovan û yên hiqûqî hate kirin ku erka xwe bi cih bînin û hesab ji dewleta Tirk bixwazin.
Meş bi dirûşmeya"Efrîn rûmeta me ye em canfedayî Efrînê ne" hate lidarxistin. Bi sedan şêniyên herêma Efrînê ji qada Bazar a navçeya Til Rifetê dest bi meşê kirin. Di meşê de alên Yekitiya Êzidiyan a Kantona Efrînê, alên Yekitiya Jinên Azad, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdên Berxwedana Serdemê hatin hildan û sloganên"Na ji guhartina demografiya herêmê re" û "Bijî berxwedana şêniyên Efrînê ya li kampan" hatin berzkirin.
Şênî li kolanên navçeya Til Rifetê geriyan û berê xwe dan çerxerêya Şehîdan a Til Rifetê û li wir deqeyeke rêz girtin, dûvre Hevseroka Yekitiya Êzidiyan a Kantona Efrînê Sûad Hiso axivî û got: "Sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li pêşniya berxwedana şêniyên Efrînê nebûn kelem. Şêniyên herêmê ji kamp û malên nîvkavilkirî berxwedana têkbirina dagirkeriyê û rizgarkirina bajarên xwe dimeşînin."
Sûad ev gotin li axaftina xwe zêde kir:"Li kêleka topbarana bêserûber a rojane ya li dijî şêniyên herêma Efrînê yên koçberî Şehbayê bûn, dewleta Tirk a dagirker ji beriya demekê ve dest bi siyaseta guhartina demografiyê kir, welatî koçber kir û li gelek gundên Êzidiyan avahiyên mêtîngeriyê ava kirin."
Sûad guhertina demografî û avakirina avahiyên mêtîngeriyê şermezar kirin û got, ew ê li hemberî van siyasetan berxwedana xwe bidomînin.
Sûad Hiso bang li rêxistinên mafên mirovan û yên hiqûqî kir ku rola xwe ya mirovî û hiquqî bi cih bîne û hesab ji Tirkiyê û çeteyên wê bixwaze.
Çalakî bi berzkirina diruşmeyên silavkirina Berxwedana Serdemê û şermezarkirina dewleta Tirk bi dawî bû.