Bîlançoya meha Gulanê ya Efrînê hate eşkerekirin

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku di meha Gulanê de jî artêşa Tirk û çeteyên wê êrişî Efrînê û Şehbayê kirin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê bîlançoya êrişên li ser herêmên Efrîn û Şehbayê eşkere kir. Bîlanço wiha ye:

“1`ê Gulanê bi şev û roj gundên Til medîq, Samûqa, Soxanekê, Aqîbê, Xerabkê, Dêrcimêlê, Binê, Tinibê, Şewarqa, Kelê, Malîkiyê, Meranazê, Îrşadiyê, Elqemiyê, Meyasê, Bircqas û Kilûtê yên herêma Şehba û navçeya Şêrewa bi tank, doçka, bombeavêjan, 277 guleyên obusê û 30 guleyên hewanan topbaran kirın.

2`yê Gulanê bi şev û roj gundên Til Cîcan, Mişerfê, Şêx Îsa, Şêx Hîlal,Meyasê, Soxanekê, Şewarqa, Meranazê û Malîkiyê yên girêdayî Şehba û Şêrawa bi 3 guleyên tankan, 36 guleyên hewanan û 23 guleyên obusan topbaran kirın, her wiha di heman rojê de li ser xeta Şêrewa balafira keşfê bê navber geriya.

3`yê Gulanê bi şev û roj gundên Til Medîq, Şêx Îsa,Meranaz, Meyasê yên girêdayî Şehba û Şêrawa bi SPG-9, 8 guleyên obusan, 8 guleyên hewanan hate topbarankirin û balafirên şer û keşfê li ser herêma Şehba û xeta Şêrawa digeriyan.

4`ê Gulanê bi şev û roj gundên Meranaz, Malîkiyê, Samûqa û Til Cîcan ên herêma Şehba û navçeya Şêrewa bi doçka, tankan, bombeavêjan 76 obusan û 59 hewanan hatin topbarankirin, her wiha balafir digeriyan. 

5`ê Gulanê bi şev û roj gundên Meranaz, Malîkiyê, Şewarqa û Tinibê yên herêma Şehba û navçeya Şêrewa bi doçka, bombeavêjan hatin topbarankirin. Balafir li ser Şehbayê geriyan.

6`ê Gulanê bi şev û roj gundên Til Cîcan, Eyn Deqnê, Minixê, Tebeyê Gêra, Şêx Îsa, Bêlûniyê, Tebeyê Şêx Hîlal, Merenazê û Malîkiyê yên herêma Şehba û navçeya Şêrewa bi doçka, bombeavêjan, 44 obusan, 37 hewanan hatin topbarankirin, her wiha balfirên şer û keşfê digeriyan.

7`ê Gulanê bi şev û roj gundên Şêx Îsa, Bêlûniyê, Eyn Deqnê, Malikiyê, Meranazê û Tepeyê Şehîd Xabûr ên herêma Şehba û navçeya Şêrewa bi doçka, bombeavêjan, 3 guleyên tankê, 41 obusan û 47 hewanan hatin topbarankirin, her wiha balafirên keşfê li ser Şêrawayê geriyan.

8`ê Gulanê bi şev û roj gundên Samûqa, Tebeyê Gêra, Şewarqa, Malîkiyê û Merenazê yên Şehba û Şêrawayê bi doçka, bombeavêjan, 157 obusan, 13 hewanan û 4 guleyên tankan hatin topbarankirin, her wiha balafir li ser Şehba û Şêrawayê geriyan.

9`ê Gulanê bi şev û roj gundên Merenazê, Malikiyê, Tepeyê, Şehîd Xabûr, Elqemiyê û Tinibê bi doçka, bombeavêjan, 19 obusan, 8 hewanan, 4 guleyên tankan hatine topbarankirin. Her wiha balafir li ser Şehba û Şêrawayê geriyane.

10`ê Gulanê bi şev û roj gundên Bêlûniyê, Eyn Deqnê, Zewyanê, Soxanekê û Merenazê yên herêma Şehba û navçeya Şêrewa bi doçka, bombeavêjan, 13 obusan, 13 hewanan û 4 guleyên tankan hatine topbarankirin, her wiha balafir li ser Şêrawayê geriyane.  

11`ê Gulanê bi şev û roj gundên Malikiyê, Merenazê, Şewarqa, Meyasê, Tepeyê Şehîd Xabûr, Dêrcimêlê, Bênê, Soxanekê û Îrşadiyê yên herêma Şehba û navçeya Şêrewa bi doçka û 78 obusan hatiye topbarankirin.

12`ê Gulanê bi şev û roj Merenazê, Malikiyê, Tepeyê Meyasê û Kele yên Şehba û Şêrawayê bi doçka, 8 guleyên tankan, bombeavêjan, 17 hewanan û 34 obusan hatiye topbarankirin.

13`ê Gulanê bi şev û roj gundên Til Medîq, Eyn Deqnê, Merenazê, Malikiyê, Meyasê û Birc Qasê yên herêma Şehba û navçeya Şêrewa bi doçka, bombeavêjan, 6 guleyên tankan, 24 obusan, 78 hewanan hatiye topbarankirin, her wiha balafirên şer û keşfê li ser Şehba û Şêrawayê geriyane.  

14`ê Gulanê bi şev û roj gundên Merenazê, Malikiyê, Kilûtê, Eyn Deqnê, Til Medîq û Samûqa yên herêma Şehba û navçeya Şêrewa bi doçka, bombeavêjan, 17 hewanan û 38 obusan hatine topbarankirin, her wiha balafirên şer û keşfê li ser Şêrawa û Şehbayê geriyane.

15`ê Gulanê bi şev û roj gundên Şêx Îsa, Bêlûniyê, Malikiyê, Tepeyê Meyasê, Tepeyê Kilûtê, Tepeyê Şehîd Xabûr û Merenazê yên herêma Şehba û navçeya Şêrewa bi doçka, bombeavêjan, 4 guleyên tankan, 7 hewanan, û 15 obusan hatine topbarankirin.

16`ê Gulanê bi şev û roj gundên Til Eyneb, Eyn Deqnê, Malikiyê, Tepeyê Şehîd Xabûr û Tepeyê Meyasê yên Şêrewa û Şehbayê bi doçka, bombetaran, bombeavêjan û 18 obusan hatine topbarankirin.

17`ê Gulanê bi şev û roj  gundên Malikiyê, Meranaz, Kelê, Şiwarqa, Tepê Ş.Xabûr, Elqemiyê, Şêx Îsa yên girêdayî Şehba û Şêrawayê bi doçka, bombeavêj, obus, hewan, 3 guleyên tankê, 35 guleyên obus, 23 guleyên hewan topbaran kirin. Her wiha balafirên keşifê û yên şer bê navber li ser xeta Şêrewa geriyan û çeteyan agir berdan zeviyên Şêx Îsayê.

18`ê Gulanê bi şev û roj gundên Şehba û Şêrewa topbarankirin.                                 

19`ê Gulan bi şev û roj  nuqteya Ş.Çayan, Elqamiyê, Tepê Şehîd Xabûr, Şehîd  Brûsk, Meranazê, Soxanekê, Qinitê, Kilotê, Meyasê, Şêx Îsa, nuqteyên giran, Til Medîq, Til Cîcan ên girêdayî Şehba û Şêrawayê bi obus, hewan, doçka, bombeavêj, 247 guleyên obus, 89 guleyên hewan û 4 guleyên tankan topbaran kirin. Her wiha bê navber balafirên şer û keşif li herêmê geriyan.

20`ê Gulanê bi şev û roj gundên Meranaz, Elqamiyê, Malikiyê, Şêwarqa, Meyasê yên girêdayî Şehba û Şêrawayê bi obus, hewan, doçka, bombeavêj, 10 guleyên tankê, 89 guleyên obus, 57 guleyên hewan topbaran kirin û balafirên keşif bê navber geriyan.

21`ê Gulanê bi şev û roj gundên Meranaz, Malikiyê, tepê kilotê yên girêdayî Şehba û Şêrawayê bi doçka, bombe avêj topbaran kirin. Her wiha balafirên keşif û balafirên şer li herêmê geriyan û dem demê doçka û bombeavêj hate bikaranîn.

22`yê Gulanê bi şev û roj gundên Malikiyê, Meranazê, Şewarqa, Kêlê, tepê Kilotê, Meyasê, Til Medîq, Eyn Deqnê yên girêdayî Şehba û Şêrawayê bi doçka, 18 guleyên obus 23 guleyên hewan topbaran kirin. Her wiha balaifrên keşif û balafirên şer geriyan.

23`yê Gulanê bi şev û roj gundên Eyn Deqnê, Meranazê, Malikiyê, Şewarqa, Xirab Şemsê, Elqamiyê, Meyasê yên girêdayî Şêrawa û Şehbayê bi doçka, bombe avêj, 27 guleyên obus, 12 guleyên hewan top baran kirin. Her wiha bê navber balafirên keşifê û balafirê şer geriyan.

24`ê Gulanê bi şev û roj gundên Eyn Deqnê, Simuqa, Maranazê, Malîkiye, Kêlê, Şewaqa, tepê Ş.Xabûr, tepê Meyasê, Elqamiye, Meyasê, Bircqasê yên girêdayî Şehba û Şêrawayê bi bobmbeavêj, doçka,15 guleyên hewan, 27 guleyên obus topbaran kirin. Her wiha balafirên keşfê û balafirê şer bê navber geriyan.

25`ê Gulanê bi şev û roj gundên Til rifat, Bêlûniyê, Malikiyê, Meranazê, Îrşadiyê yên Şehba û Şêrawayê bi bombeavêj, doçka, 37 guleyên obusan topbaran kirin.

26`ê Gulanê bi şev û roj gundên Maranaz, Malîkîye, Şewaqa, Elqamîye, Soxanekê, Tepê Meyasê, Eyn Deqnê yên girêdayî Şehba û Şêrawayê bi doçka, bombeavêjan topbaran kirin. Her wiha balafirên keşfê û balafirên şer bê navber liser xeta Şehba û Şêrewayê geriyan.

27`ê Gulanê bi şev û roj gundên Eyndeqnê, Şêx Îsa, Bêlûniyê, Maranaz, Malîkîye, Şewaqa, Tat Maraş ên Şehba û Şêrawayê bi bombe avêj, doçka, 77 guleyên obus topbaran kirin û balafirên keşfê û balafirê şer bê navber geriyan.

28`ê Gulanê bi şev û roj gundên Meranaz, Malikiyê, Eyn Deqnê, Mişrefiyê, Til Medîq ên Şehba û Şêrawayê bi doçka, bombe avêj, 23 guleyên oîbs topbaran kirin. Balafirên keşfê û yên şer li ser xeta Şêrawa û Şehbayê geriyan.

29`ê Gulanê bi şev û roj gundên Eyn deqnê, Bêlûniyê, Meranazê, Elqamiyê yên Şehba û Şêrawayê  bi doçka, 28 guleyên hewan, 37 guleyên obus, 4 guleyên tank topbaran kirin. Bi giştî li ser xeta Şehba û Şêrewayên balafirên keşfê û balafirên şer geriyan.

30`ê Gulanê bi şev û roj gundên Elqamiyê, Meranazê, Malikiyê, Şêwarqa, Til Medîq, Eyn Deqnê, Simuqa, Bêlûniyê yên Şehba û Şêrawayê bi doçka, 39 guleyên obus, 29 guleyên hewanan topbaran kirin. Balafirên keşif û balafirên şer li ser xeta Şehba û Şêrewa geriyan.

31’ê Gulanê bi şev û roj gundên Ayn Deqnê, tepê Xwedê, Bêlûniye, Şex Îsa, Til Madîq, Xirab Şemse, Meyase, Hirşa, Soxanekê, tepê Ş.Xabûr, Şewaqa, Malîkiye, Maranazê û Elqamiye yên girêdayî Şehba û Şêrawayê bi doçka, 237 guleyên obusê topbaran kirin. Bê navber doçka hate bikaranîn.”